Rojnameya Ronahî

HPG’ê li Agirî û Colemêrgê lê da: 19 leşker hatin kuştin

Gêrîlayên HPG’ê li bajarên Agirî û Colemergê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir di encama çalakiyên gerîlayan de li Bazîdê herî kêm 10, li Çelê û Geverê jî 9 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê li Bazîdê derba giran li artêşa Tirk xistin. Di çalakiyê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûn. Li Çelê û Geverê jî di çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla yên li Bazîd, Çelê û Geverê ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de hêzên me 8’ê Mijdarê saet 17’an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Birnê Reş çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li leşkerên li ser gir xistin û di encamê de 3 stargeh û 2 çeper rûxandin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên me roja 8’ê Mijdarê saet 9’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregolê xistin. Çalakî ji du baskan ve li dijî stargeh û çeperên dijmin pêk hat. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Roja 7’ê Mijdarê saet 12:30’î, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Şehîd Rahîme ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji du baskan ve derb li makîneyên kar û çeperên leşkerên dijmin hatin xistin û kepçeyek hate îmhakirin. 6 leşkerên dijmin hatin kuştin.”