Rojnameya Ronahî

Bi tecrîdkirina Ocalan civakê jî tecrîd dikin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan dewam dike. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêber Ocalan civak tê tecrîd kirin û da zanîn ku tenê Ocalan dikare rê li ber şerê Rojhilata Navîn bigire. Omer Ocalan got; “Ji bo bidawîkirina tecrîdê çi ji destê kê tê divê bike.”

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku tenê Ocalan dikare rê li ber şerê Rojhilata Navîn bigire û got: “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hemû civakê tecrîd dikin. Ji bo bidawîkirina vê rewşê jî çi ji destê kê tê divê bike.”
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in dewam dike û tecrîd roj bi roj girantir dibe. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku tenê du hevokên ji Îmraliyê dikare Tirkiyê rehet bike.
TIRKIYE BER BI KARESATEKÊ VE DIÇE
Ocalan da zanîn ku 20 sal in tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û anî ziman ku di nava sê salên dawî de tecrîd her ku diçe giran dibe. Ocalan destnîşan kir ku tu agahiyên malbat û heyetê ji rewş û tendirustiya Birêz Ocalan nîne û wiha axivî: “ Tenê Ocalan dikare rê li ber şerê Rojhilata Navîn bigire. Bi tecrîdkirina birêz Ocalan re hemû civakê tecrîd dikin. Ji bo bidawîkirina vê rewşê jî çi ji destê kê çi tê divê bike. Tirkiye ber bi karesatekê ve diçe. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê jî divê kes û derdorên demokrat, rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û gelê Kurd bi xwe bi erka xwe rabin. Ev erk jî rakirina tecrîdê ye.”
Ocalan da xuyakirin kirin ku Birêz Ocalan temînata aştî û aramiyê ye û ev tişt got: “Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e, ev yek bê şîrove û bê nîqaş divê bê qebûlkirin.”
Ocalan diyar kir ku çiqas ev şer bidome, divê di heman demê de ev pirsgirêk jî bê çareserkirin û wiha dewam kir: “Heta ev şer bidome, wê dijminatiya di nava gelê Kurd û Tirk de jî girantir bibe. Bi mîlyonan mirov Ocalan weke îradeya xwe dibînin û mîmarê aştî û aramiyê Birêz Ocalan e. Piştî ku Birêz Ocalan ji dewrê derketiye û tecerîda girankirî li ser giran bûye, Tirkiye ketiye nava kaosê. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir de tu agahî ji Birêz Ocalan nayê standin. Kengî li Îmraliyê derî li ser Ocalan hatiye girtin û têkiliya wî ji derve re hatiye birîn, mixabin kaos û rageşî li welatê me derketiye pêş.”
Ocalan bibîrxist ku di encama şerê 40 salî de îradeya gelê Kurd derket holê û wiha got: “40 sal e di nava Tirkiyê û PKK’ê de şerekî tund heye. Bi sedan gundên Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin valakirin û şewitandin. Bi dehan komkujî ji aliyê dewletê ve hatin pêk anîn. Lê belê Kurdan dest ji doza xwe berneda û di encama şerê 40 salan de Kurd bûn xwedî îrade û îradeya xwe derxistin holê. Kurd ji tunebûnê bûn hebûn. Divê her kes jî vê rastiyê baş bîbîne. Pêşengê vê dozê jî Birêz Ocalan e.”
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku ger pêwendî bi Ocalan re bê danîn wê Tirkiye rehet bibe û got: “Hema tenê du hevokên ji Îmraliyê bên, dikare Tirkiyê rehet bike. Ji bo bidawîkirina vê tecrîdê çalakî tên kirin. Ev çalakî bi wate ne lê têra nakin. Ji bo aştî û aramiyê birêz Ocalan aktorekî girîng e. Hêzên navneteweyî jî daxilî vî karî bûne û lihevkirinek heye. Wê ev rewş rê li ber şerekî mezin ê birayan vebike. Rojeva me ya sereke bidawîkirina tecrîdê ye.”…ANF