Rojnameya Ronahî

Mîmarê şoreşa Rojava; Şehêd Îsmayîl Dêrik

Navenda Nûça

Şoreşa Rojava  ji tovên rojê yên ku şehîd  Ismayîl Dêrik û şoreşgerên destpêkê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê çandine, şîn bû. Yek ji şoreşgerên destpêkê ku ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû, şehêd Îsmayîl e. Wê di têkoîşna azadiyê de kedeke mezin da û xebateke pîroz da meşandin.

Şoreşgerê mezin ku navê wî yê rast Îsmayîl Îbrahîm e, di sala 1960’î de li gundê Girê Şêra (Til Xenzîr) ji dayik bûye. Piştî ku di sala 1984’an de cihê xwe di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de girt, di 26’ê Hezîrana 1990’an de şehîd bû. Îsmaîl Dêrik ku zarokê malbateke welatparêz mezin bû, bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bû. Malbata Îsmayîl ji 4 bira û 5 xwîşkan pêk tê, malbat debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir.

Piştî qedandina dibistana seretayî li Til Xenzîr, Îsmayîl dibistana amadeyî li Dêrikê xwend û piştî qedandina dibistana amadeyî li Dêrikê xwendina xwe di beşa endezyariya avahîsaziyê de berdewam kir û berê xwe da Şamê.

Îsmayîl ku di sala 1983’an de li Beyrûta paytexta Libnanê çû Akademiya Mahsum Korkmaz, di sala 1984’an de çû çiyayên Kurdistanê. Îsmaîl di sala 1985’an de dema vegeriya Rojava, dema xwendina xwe li zanîngehê diqedand beşdarî xebatên siyasî bû.

Dibe endamê Komîteya Navendî ya PKK‘ê

Îsmaîl di sala 1986’an de careke din çû Beyrûdê û dîsa çû çiyayên Kurdistanê. Îsmaîl di heman salê de vedigere Lubnanê, beşdarî kongreya sêyemîn a PKK’ê ya li Bekaayê dibe. Di vê kongreyê de li şûna HRK’ê ARGK tê avakirin. Di kongreyê de têkildarî xebatên partiyê jî biryarên girîng tên girtin. Di vê kongreyê de Îsmayîl Dêrik jî weke Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Îsmaîl yekem kes e ku ji Rojava bûye Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û di heman demê de di nav damezrînerên ERNK’ê de cih digire.

Şehîd Îsmaîl li gelek herêmên Rojava, Sûriye û Bakurê Kurdistanê xebatên xwe meşand. Di dawiya Hezîrana 1990’î de li Wanê di şerê bi artêşa Tirk a dagirker re şehîd bû.

Birayê wî Zinar Îbrahîm bi van gotinan behsa Şehîd Îsmaîl dike: “Şehîd Îsmayîl di dawiya salên 70’î de bi hevalên xwe re beşdarî xebatên siyasî bû. Beriya her tiştî pirtûkên Erebî werdigerîne Kurdî û nivîsên Rêber Abdullah Ocalan werdigerîne. Ji ciwaniya xwe ve bi welatparêziya xwe dihat naskirin. Bi tevlîbûna nava Tevgera Azadiya Kurdistanê ve welatparêziya xwe zêdetir kir. Piştî qedandina dibistanê, ne ji bo karmendiyê lê tevlî refên azadiyê bijart. Kurdî pir baş dizanibû. Analîzên Rêbertiyê wergerandine Kurdî.”

Zinar diyar kir ku piştî şehadeta birayê xwe bi dehan ciwanên herêmê tevlî nava refên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bûne û got, “Xwişka min Şervîn Dêrik jî tevlî nava refên azadiyê bû û di sala 1998’an de şehîd bû. Şehadeta wî û hevalên wî Medenî û Ceger li herêma me deng veda. “Ew şehîdên yekem ên vê derê bûn.”.

Rêmezan Hesen jî ku hevalê zaroktiya şehîd Ismayîl e û heta xwendina zanîngehê bi hev re mane, derbaê şehîd Ismayîl de wiha dibêje: “Şehîd Îsmaîl di ciwaniya xwe de di sala 1977’an de xwedî kesayetiyeke welatparêz bû. Di sala 1979’an de, di sala yekem a xwendina fakulteya endezyariyê de li Şamê, me odeyekê li derveyî Mezayê kirê kir. Em salekê li wir man. Paşê şehîd Îsmaîl biryar da ku biçe Ruknedînê, ji ber ku Meza ne cihekî guncaw bû ji bo xebatên siyasî û hêzên rejîmê li wir kom bûbûn. Ji ber vê yekê wî Ruknedîn hilbijart, ku siyasetmedar Osman Sebrî li wir bû û  û li wir  Kurd kom bûn.”

Hesen bîranînên şehîd Îsmaîl bi van gotinan didomîne: “Cejna Newrozê ya sala 1979’an li Eyn Fîca û Şamê bi bîr tînim. Şehîd Îsmaîl çalakiyên Newrozê lidar dixist û her tim banga tevlîbûna pîrozbahiyan dikir. Wê demê hêzên rejîma Sûriyê pîrozbahî qedexe kirin.”

Hesen piştî zanîngehê nikare careke din bi Şehîd Îsmaîl re hevdîtinê bike. Dema Hesen vedigere herêmê, Şehîd Îsmaîl li Lubnanê tevlî Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz dibe. Hesen dibêje, piştî 4 salên cudabûnê cara dawî di sala 1988’an de bi şehîd Îsmaîl re hevdîtin pêk anî.

Li ser herkesî bandor kir

Hesen, da zanîn ku şehîd Îsmayîl bi karakterê xwe yê fedayî gelek kes kişandiye nava têkoşînê û diyar kir ku şehadeta wî bandoreke mezin li gelê herêmê kir û destnîşan kir ku bi dehan ciwanên herêmê xeta wî ya berxwedanê ya şoreşgerî şopandine.