Rojnameya Ronahî

Êrîş wê qeyrana di nava Tirkiyê de kûrtir bikin

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku, demdayîna derxistina çeteyên li Idlibê negihîşt armanca xwe û dewleta Tirk dixwazê bi êrîşên xwe yên li ser Bakurê Sûriyê mijara Îdlibê sar bike. Mihemed got, “dewleta Tirk tekçûyîna DAÎŞ’ê wek têkçûyîna xwe dibîne. Ji ber wî jî êrîşê herêmên Bakûrê Sûriyê dike.”

Hevserokê Partiya Aşitiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir ku êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li aboriya Tirkiyê dikin û wiha got: “Heke êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên rizgarkirî dewam bikin, wê qeyrana aborî û civakî di nava Tirkiyê de zêdetir bibe.”

Telal Mihemed destnîşan kir ku Rûsya piştgiriya êrîşên li ser  rojhilatê Firatê dike û wiha got,  “Destdirêjî li ser deskeftiyên gelê Kurd tên kirin. Yek ji wan destdirêjiyên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên wekî DAIŞ’ê ava kirin û bi ser herêmên Sûriyê de bi rê kirin. Hewldanên dewleta Tirk ew e ku sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşîne û çareserkirina qeyrana Sûriyê asteng bike. Dewleta Tirk a dagirker hemû hêza xwe ji wan çeteyên hovanê digire. Heke çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bibin êdî dewleta Tirk nikare hincetê ji xwe re ava bike.”

Telal Mihemed diyar kir ku êdî çeteyên ku dewleta Tirk ava kirine bûne bela serê wan û wiha dewamkir: “Di nav qeyrana aborî de Tirkiye nikarî xwedî li çeteyan derkeve. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li aboriya Tirkiyê dike. Heke êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên rizgarkirî dewam bikin, aborî û qeyrana civakî di nava Tirkiyê de we kurttir bibe. Dewleta Tirk a dagirker hemû aboriya xwe li ser şer belav dike. Krîza aboriya Tirkiyê de diyar dibe ku tu hêza wan a aborî nemaye.  Siyaseta ku Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin nexasim bandorê li aboriya Tirkiyê dike.”

Telal Mihemed  bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt got: “Êrîşên niha jî bi armanca kurkirina qeyrana Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û hêzdayîna çeteyên DAIŞ’ê ne. Piştî civîna çaralî bi zanebûn êrîş li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.”

Telal Mihemed bal kişand ser nêzbûna têkçûna DAIŞ’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşî li têkçûna DAIŞ’ê bigire, tevliheviyê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdixe. Heke DAIŞ têk biçe, wê dewleta Tirk jî têk here.”

Telal Mihemed anî ziman ku, dewleta Tirk a dagirker çeteyên ku li Idlibê bi cih kiribûn niha wan bi aliyê rojhilatê Firatê de dişîne û wiha got: “Armanc ew e ku bi rêya wan çeteyan êrîşî Rojhilatê Firatê bikin. Bi taybet Rûsya piştgiriya van êrîşan dike.”

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiyê derkevin û li hember êrîşên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin…ANHA