Rojnameya Ronahî

Êrişên li ser Rojava wê bandorê li Başûr jî bike

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîrê diyar kir ku wê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bandorê li Iraq û Herêma Kurdistanê jî bike. Pîrê eşkere kir ku ji bo çareseriyê divê Iraq beşdarî civînên taybet ên çareseriyê bibe.

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  herêmên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivî.

Pîrê diyar kir ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin û destnîşan kir ku ji ber êrişên leşkerî  çareserî nîne û wê êrîş bibin sedemê nerazîbûnan.

Seedî Ehmed Pîrê bal kişand li ser bandora êrişan û got, “ji ber cîrantiya Iraqê û Sûriyê, wê her êrişekî wî welatî bandorê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê jî bike.

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîrê da zanîn ku divê Iraq beşdarî civînên taybet ên ji bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bibe û got; “Iraq û Îranê 700 kîlometre sînorên li gel yek hene. Herwiha zêdetirî milyonek koçberên Sûriyê li Iraqê ne. Ji ber çi erka me ya malûvaniya koçberan hebe, lê li ser rewşa Sûriyê ti mafê me nebe?”