Rojnameya Ronahî

Hunermend û Ziman

Hozan SEYÎDXAN

Tevgera tasfiye yê a ku di serdema împaratoriya osmaniyan de li dijî otorîte ya Qabîle, Eşîret û bawermendên Kurdistanê dihate birêvebirin, di heman demê da ev tevger, tevgera qirkirin û tasfiye- kirina rastiya ziman û çanda kurd bû. Faşizma Tirkê sipî hîna di pêvajoya sereteyî ya avakirina komara xwe de, bi va polîtika ya tasfiyekirinê bi ser nirxên çandê yên kurdan de çûne.
Piştî hewqas sal îro AKP eynî mîna bav û kalên xwe û dibin mercên herî girande,tasfiye ya rastiya kurd û tevgera azadiyê xistiye rojeva xwe.
Bi kurtî, va hersê akimê Tirkperest (Netewperesti ya tirkê siyonîst, Nijadperestê tirkê irqçî û nîjadperestên îslama Tirk) di çarçove ya yek xala hevpar de, qirkirina ziman û çanda kurd di menzîla wan de bû ye. Her çiqasî ev hersê nîjadperest li ser gelek mijaran li dij hev û di, tekoşînên bi xwîn dabin jî, di her sedemê de helwesta wan li dijî kurdatiyê yek bû ye.
Belê îro, tehlîke ya li ser ziman û çanda kurd berdewa me. Heta dikare bê gotin dewleta dagirker ya tirk ziman û çanda kurd aniye ber mirinê. Başe, hunermendên kurd bi kîjan hişmendiyê xweditiyê li zimanê xwe dikin? Çiqasî bi hilberîn û berhemên xwe xizmeta zima nê xwe dikin? Di çalakî û şahiyên çandê da kîjan zimanî bikar tênin? Li aliyên din li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke pençeşêreke civakî çiqasî feryada gelê kurd digihînin raya giştî û mirovên xwedî wijdan.
Gotinek heye tê gotin “Wexta mirov ji axa xwe bi dûr dikeve, rihê wî pir li ber ba dimîne“ Tevgera azadiyê da kû rihê me tenê li ber ba nemîne, di tekoşîna 40 salan de raman, zanist bi destmeve anî. Vîna me qewîn kir. Bi me re, vegera welat û hiskirina azadiyê çêkir. Û îro bi saya destkeftiyên vê dozê bun hunermend, bûn zimanzan, rewşenbîr û gelek pişeyên din.
Di çavê gel de hunermend ew kesên zane, hişmendar, têgihiştî, hilbijêre û ronakbire. Ji dirokê, zanistê agahdare, di karê hunerîde afirînere. Ji hemû pirsgirêkên civakî û siyasî agahdare, hunera xwe li ser van xalên bingehîn avadike. Ango çêdike.
Berê hunermend li min biburîn, ezê du- sê çavdêriyan parve bikim. Dibêjin hunermendên kurd baş ziman nizanin, zanebûna wan ya entelektuelî qelse, xwe ji siyasetê bidûrdixin, xwe ji afirandin a hunerê ya ji bo şoreşê bi sînor dikin. Hemû meyla xwe didine çalakiyên civakê yên wek dawetan.
Wekû şaîre kurd Arjên Arîn dibêje,“zimanê we şal û şapikê we ye. Bila hertim li we be.” Helbet ziman ji bo her kesî giringe. Ya herî giring xwendin, axaftin û nivîsandina bi kurdî ye.
Ji ber van egeran, pêşxistina zimanê kurdî erkekî sereke yê hunermenda ye.
Hunermend di rabûn, runiştinê de di hemû kêliyên jiyanê de, di kar û xebatê de, di afirandina stranan de bi zimanek şêrîn, xweş , bi bandor difikire, diaxife û dibêje.
Wek hemû bîrên civakê hunermend jî rola xwe ya ji bo pêşxistin û parastina ziman baş bilîze, ew ê hunera ronakbirî jî pêş bikeve. Wê di helbest û stranan de zelalî derkeve pêş .
Ez bi rê ya van çend rêze nivîsan temeniyên xwe û tişta min ji civakê bihîstine dinivsînim. Qirkirin tenê buyerek fizîkî nîne. Ji bîr û hizrê dûrxistin, ji kok û rastiyê bi dûrxistin ya herî xerabe. Ew kesên ne di zanebûna vê heqîqetê de be, wê nizanibe ka kîye û ji kuye..
Ji bo pêşî li qirkirinên siyasî û çandî bê girtin, pêdivî bi tekoşîna ronakkirinê heye. Ên vê tekoşînê birêve bibe hunermendin, rewşenbîrin. Helbet parastina ziman û nirxên çandê giringe, lê jiyîn û jindarkirin hîn girîngtire.
Li herderê welat agir bi ser gel û nirxên gel de dibare, cardin dewleta tirk êrîşî Kobanê û bakurê rojava dike. Di pêvajoyek hewqas giran de, xwedîtî li ziman û çandê kirin erkekî pîroze.