Rojnameya Ronahî

Ji bo piştgiriya Efrînê şev hat lidarxistin

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê ji bo Pêngava Azadkirina Efrînê şeva piştgiriyê hate lidarxistin. ji gelek bajarên Elmanya bi sedan Kurdistanî beşdarî şevê bûn. Di şevê de axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku ji bo piştgiriya Pêngava Azadkirina Efrînê ew hatine ba hev. Hat gotin, yên ku ji destkeftiyên gelê Kurd aciz bûne,  êrîşî Rojava dikin.

Li Frankfûrtê ji bo Pêngava Azadkirina Efrînê şeva piştgiriyê hate lidarxistin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi pêşengiya NCDK a Frankfûrtê bi şîara ‘Şeva Piştgiriyê ya ji bo Azadkirina Efrînê’ çalakiyek hate kirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî şevê bûn.

Koma Şanoyê ya Zarokan a Hanaûyê jî govendên herêma Botan û Amedê pêşkêş kirin.

Di şevê de li ser navê KCDK-E’yê Yilmaz Kobanê axivî. Kobanê got, “Ji bo piştgiriya Pêngava Azadkirina Efrînê em hatine ba hev. Yên ku ji destkeftiyên gelê Kurd aciz bûne, îro êrîşî Rojava dikin. Li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes tevlî vê pêngavê bibe ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan daye destpêkirin.”

Di şevê de Xelîl Xemgîn, Hozan Mizgîn, Ergîn Xelikan, Sena Dersimî, Hozan Metîn û koma Rapê ya bi Kurdî Freefîghter derketin ser dikê.