Rojnameya Ronahî

Em ê serê xwe li ber êrîşan netewînin

Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR`ê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê li navçeya Şêranê ya Kobanê meşek li dar xist. Bi sedan ciwan tev li meşê bûn. Ciwanên ku tevlî meşê bûn diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî êrîşan bisekinin û tekoşîna xwe bilind bikin.

YCR’ê bi armanca şermezarkrina êrîşên  artêşa tirk a dagirker li ser Kobanê û Girê Spî meşek li navçeya Şêranê ya Kobanê li dar xistin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR`ê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê  meşek li dar xist. Bi sedan ciwan tev li meşê bûn.

Ciwanên ku tevlî meşê bûn diyar kirin ku ew êrîşên êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê û hedefgirina sivîlan şermezar dikin û dan zanîn ewê heta dawiyê li dijî êrîşan bisekinin. Ciwanan dan zanîn ku ew ê ji  bo azadiya welat û zarokan heta dawiyê li ber xwe bidin û tu carî serî ji êrîşên dijminan re netewînin.