Rojnameya Ronahî

Ber bi tifaqa Êzidiyan ve gaveke girîng

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzidiyan pêk bîne û xwe bixwe birêve bibe, civîneke girîng li Şengalê lidarxist. Di civînê de, di mijara tifaqa navbera Êzidiyan, xwe bi xwe birêvebirina civaka Şengalê de gelek biryarên girîng hatin girtin. Di dawiya civînê de daxuyaniyek hat dayîn û bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat kirin rêzê bidin îradeya gelê Êzîdî.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzidiyan pêk bîne û xwe bixwe birêve bibe, civîneke girîng li Şengalê lidarxist. Di civîna hevbeş ya sazî, partî, rêxistin, serok eşîr û rûspiyên Şengalê jî di têde amadebûn, gelek biryar hatin girtin û hate gotin ku wan di vê civînê de bixwe rêveberiya Şengalê diyar kiriye.

Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û rûspiyên Êzidî, serok eşîrên Êzidî roja 5’ê mehê li ser daxwaza Meclîsa Xweseriya Demoraktîk a Şengalê civiyan. Civîn bi armanca çareserkirina pirsgirêkên rêveberina Şengalê   û pêwîstiyên civaka Êzidî li Şengalê pêk hat û ev jî weke gaveke girîng berbi tifaqa Êzidî ve tê dîtin.

Di civînê de mijara tifaqa navbera Êzidiyan, xwe bi xwe birêvebirina civaka Şengalê weke xalên sereke hatin destgirtin û 5 biryarên girîng hatin girtin. Sazî, rêxistin û rûspiyên ku tevlî civîna Meclîsa Xweser bûn biryarên ku girtine wê pêşkêşê hikûmeta Federal a Iraqê bikin. Encama civînê bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tê kirin ku rêz bidin îradeya li Şengalê çêbûye û wan nekin qurbanê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Îbrahîm Xwedêda ve hate xwendin. Daxuyanî wiha destpê dike;

Ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê, saziyên eleqedar û civaka sivîl re

Me civînek ji kesên berpirsyar, partiyên siyasî, kesên rûspî û serok eşîran pêk tê, lidarxist. Me di civînê de rewşa Şengalê ya niha, siyaseta ku li ser tê meşandin û rewşa gelê xwe nirxand. Her wiha me di civînê de çend biryarên girîng girt.

1-  Me di civînê de biryar girt ku rêveberiya Şengalê ji van kesan pêk were û ji tevahiya derdorên li vir ne amadene re jî vekirîbe.

2-Em qebûl nakin ti kesek ji derveyî Şengalê, Şengalê birêve bibe.

3- Em hatina meclîsa Şengalê bi temamî red dikin û qebûl nakin ti biryarên bêyî îradeya Şengalê werin girtin.

4-Di ber rewşa niha ya Şengalê de Hikûmeta Iraqê berpirsyar e. Lewma em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku ji bo başkirina rewşa gel erka xwe pêk bîne.

5-Em qebûl nakin ku Şengal bibe qurbanê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de. Divê rêz bidin şeref û kerameta gelê Êzidî.