Rojnameya Ronahî

Wê tekoşîna me serbikeve

Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê bi dirûşma “Em ê bi rêxistinê azad bibin” kongreya xwe li dar xist.

Hêjmareke zêde parlementerên HDP’ê û nûnerên saziyan tevlî kongreyê bûn.

Di kongreyê de nameya Parlementera HDP`ê ya girtî Leyla Gûven ji aliyê endama meclîsa partiya DBP`ê Şehzade Kurt ve hat xwendin. Leyla diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em wekî gelê kurd pêvajoyeke mezin derbas dikin. Di dírokê de îro em li dijî hemû êrîş û politikayên têkbirinê bi biryareke mezin li ber xwe didin. Li dijî êrîşan em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd her roj giran dibe. Li hemberî politîkayên dîlgirtinê û  komployên navneteweyî em ê bi rûmet têkoşîna xwe bidomînin. Bêguman têkoşîna me wê hêzên desthilatdar têk bibe û wê me ber bi serkeftina têkoşînê ve bibe. Li hemberî siyaseta me ya Demokratîk her roj êrîşên xwe zêde dikin em ê bi ser bikevîn û serkeftin a me ye. Ez rêveberiya nû pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”