Rojnameya Ronahî

Divê Koalîsyon, DYA û NY helwesta xwe zelal bikin

Berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, derbarê êrîşên li ser Kobanê axivî û got: “Tirkiye ne cara yekemîne êrîş dike. Ji ber vê Koalîsyona Navneteweyî, welatên têkildar, DYA û NY divê li dijî van êrîşên Tirkiyê helwesta xwe zelal bikin.”

Berpirsê Têkililiyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Kobanê de axivî. Piştî bombebarankirina Girê Spî, dest bi bombebarankirina Kobanê jî kirin. Ne tenê li Kobanê, Tirkiyê Girê Spî jî topbaran kir. Dixwazim tiştekî diyar bikim; armancên Tirkiyê li Sûriyê xuya ne, ew jî piştgiriya terorê û têkbirina aramiyê û astengkirina çareseriya demokratîk e. Bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî proje ye, ev herêm jî bi bandor in, ji ber ku ji sedî 30 ji axa Sûriyê digire nava xwe. Ev êrîşa Tirkiyê ne ya destpêkê ye, lewma divê Koalîsyona Navneteweyî, dewletên têkildar, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê  helwesteke eşkere derbarê êrîşên dewleta Tirk de nîşan bidin.

Xelîl, anî ziman ku divê hemû kes zanibin ku serkeftinên gelê wan ê li dijî DAIŞ`ê pêk anîne, wê bi hêsanî nekevin ber xizmeta tu aliyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em têkiliya xwe bi  Koalîsyona Navneteweyî re wek têkiliyeke sûdewar dibînin, dijberê vê wê tiştên neyînî çêbin û wê ne di berjewendiya kesî de bin. Em hêvî dikin ku ev hevkarî dewam bike, ji ber ku hevkariyeke girîng e di mijara bidawîanîna terorê û bi taybet bidawîanîna DAIŞ`ê de. Divê gelê me jî li dijî gef û êrîşên Tirkiyê tedbîrên xwe bigirin, di rewşên wiha de amade be ku bêyî kes jê bixwaze, helwest nîşan bide. Divê em her tim amade bin û bi hemû derfetan destkeftiyên xwe biparêzin. Tirkiye ne cara yekemîne êrîş dike. Ji ber vê Koalîsyona Navneteweyî, welatên têkildar, DYA û NY divê li dijî van êrîşên Tirkiyê helwesta xwe zelal bikin.”…ANHA