Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo azadiya Kurdistnê divê em li hev bicivin

31/10/2018
in ROJEV
A A
Ji bo azadiya Kurdistnê divê em li hev bicivin
Share on FacebookShare on Twitter

Ji beşdarên 18. Civata Giştî ya KNK’ê Endama YNK’ê Bilêse Cebar Ferman û Nûnerê Kurdên Zerdeştî Pîr Loqman diyar kirin, ji bo azadiya Kurdistanê divê hemû partiyên Kurd li cihekî hevpar li hev bicivin.
18. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya niha bi çend rojan li Hollandayê pêk hatibû û nûnerên partiyên siyasî, sazî û baweriyan ên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûbûn. Ji beşdarên civata giştî Endama Rêveberiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bilêse Cebar Ferman û Nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê Pîr Loqman bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
Bilêse Cebar Ferman diyar kir, partiyên xwedî nêrînên cuda divê di bin sîwana KNK’ê de li hev bicivin û got, “Pêwîstiya me Kurdan bi yekîtiyê heye. Partiyên Kurdistanî jî ji bo yekîtiyê divê li nuqteyeke hevpar li hev bicivin. Partiyên Kurd bi salan e têdikoşin. Nêrînên me ji hev cuda jî bin, divê em karibin li hev rûnên û li ser kar û hewldanên xwe yên ji bo azadiya Kurdan biaxivin.”
Ferman anî ziman ku têkoşîna çekdarî têrê nake û got, “ji bo doza Kurdistanê di serî de li parlamentan divê li her qadê têkoşîn were geşkirin.”
Ferman diyar kir ji bo dengê Kurdan bigihînin tevahiya cîhanê wê bixebitin û wiha dewam kir: “Divê her kes li cihê lê ye têkoşînê geş bike. KNK ji bo yekîtiya neteweyî saziyeke sembolîk e. Partiyên Kurdistanî divê li nava KNK’ê li hev bicivin. Li gel cihêrengiya me jî pêwîste ti partî hevdu nebaş neke. Pêwîste em aştiya navxweyî, diyaloga navxweyî esas bigirin. Armanca me hemûyan azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Lewma divê em ji bo vê bibin yek.”
Pîr Loqman jî anî ziman ku bi navê Kurdên Zerdeştî cara yekê ye ew tevlî civîna KNK’ê dibe û got, “Gelekî kêfxweş im ji ber ku tevlî civîneke wiha bûme ku hêzên Kurdistanî yên ji parçeyên din lê amade bûn. Girîng e ku Kurd ji bo paşeroja xwe civînên bi vî rengî yên hevpar li dar bixin. Nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin, li vê derê qala pirsgirêkan û pêşniyarên xwe yên çareseriyê kirin. Madem em Kurd di mijara yekîtiyê de hemfikir in, hingî divê em li gorî vê yekê bixebitin. Ji bo aştiya navxweyî pêk were û em bi hev re bijîn, lazim e hemû partî û saziyên Kurdistanî hêza xwe bikin yek. Divê em di dema herî nêz de kongreya neteweyî pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.