Rojnameya Ronahî

Civîna Stenbolê û plana dagirkirina Sûriyê

Zekî BEDRAN

 Almanya û Fransa jî beşdarî hevdîtinên li Tirkiyê ku li ser Sûriyê tên kirin, bûn. Berî niha Îran, Rûsya û Tirkiyê bi navê Astana hevdîtin dikirin û biryar digirtin. Niha Ewrûpa jî lê zêde kirin. Di vê rewşê de DYE dîsa li derve dimîne. Tirkiye di destpêkê de ji bo ku Kurdan li derve bihêle bi hemû hêza dixebitî. Ji ketina Sûriyê bigre serî li hemû rêyan da. Tirkiyê li Îdlibê bi awayekî eşkere nûnertiya komên çekdar kir. Ji bo ku komên çekdar tune bike bi Rûsyayê re ket nava hewldanên lihevkirinê. Xwest Ewrûpa û Emerîkayê jî tevlî vê bike. Rûsya li şûna şer, sûdê ji dijmintiya Tirk ya li Kurdan digre û hewl dide ku çeteyan bi destê wan bê bandor bike. DYE û Ewrûpa jî li dijî xurtbûna Rûsya û rêjîmê li Îdlibê xwedî derketin. Li dijî operasyona Rûsya û rêjîmê derketin.

Tirkiye di hevdîtina li Stenbolê de dibêje ku ji bo rawestandina şerê Sûriyê ew dixebitin. Erdogan vê yekê li pêş kamerayan dibêje. Qaşo ji bo ku gel zerarê nebîne ew dixebitin. Lê Erdogan rojek berê wê digot, “Em hişyariya dawî didin, bila Emerîka li Minbicê me mijûl neke, em ê bikevin Kobanê û Qamişloyê.” Ev herêmên ku behsa wê dike jî erdên Sûriyê ne. Ev herêm bi ewle ne û bê pirsgirêk xwe bi rêve dibin. Efrîn jî di heman rewşê de bû. Bi ewle û aram bû. Lê Erdogan li pêş çavên cîhanê bi awayekî xedar êrîş kir. Rê li ber mirin û birîndarbûna hezaran kesî vekir. Bi sed hezaran mirov ji axa xwe hatin dûrxistin. Efrîn hê jî di bin dagirkeriyê de ye û paqijiya etnîkî lê tê kirin. Elmanya, Fransa û Emerîkayê li dagirkirinê temaşe kirin. Mîna ku xwedî li Îdlibê derketin xwedî li Efrînê derneketin. DYE’yê eşkere got ew têkilî Efrînê nabin û rê ji dagirkirinê re vekir.

Erdogan cesaret ji van polîtîkayên wan digire gefan li Kurdan û herêmên rojhilatê Firatê dixwe. Dibêje, çawa be jî kes li Kurdan xwedî dernakeve. Ger ne wiha buya ewqas êrîş nedikir. Dema ku Erdogan bi awayekî eşkere tehdît dikir dewletên mijara gotinê ti daxuyaniyek nedan û li ber ranebûn. Ji ber vê Tirkiye dixwaze Emerîkayê bêzar bike, zextê lê bike û rewşa dagirkirinê ava bike. Rûsya jî bi roleke gelek xirab radibe. Rûsya baş dizane ku Tirkiye li Îdlibê û herêmên din çeteyan bi çek dike û piştgiriyê dide wan. Niha jî dijmintiya Tirkiyê ya Kurdan sor dike û dixwaze qaşo wan û DYE’yê berde pêsîra hev. Ji aliyekî de jî Ereban sor dike, tu dibêje qey Kurdan DYE aniye Sûriyê. Rûsya li gel Îranê ji bo ku DYE’yê ji Sûriyê derxînin El Nûsra jî di navê de çeteyên çekdar û Tirkiyê dajo li ser rojhilatê Firatê. Rûsya eşkere propagandayên reşkekirinê û derewan dike û dibêje “Emerîka dixwaze Sûriyê parçe bike û dewleteke Kurd ava bike” dike. Herî baş Rûs dizanin ku daxwazeke Kurdan ya dewleteke cuda tune ye. Lewre Kurd ji destpêkê de bi Rûsan re di nava danûstandinê de bûn. Kurdan ti caran dewleteke cuda pêşniyar nekirin. Ji bo yekîtiya siyasî ya Sûriyê herdem destûreke bingehîn a demokratîk û çareserî pêşniyar kirin. Rûsan niha beşeke erdê Sûriyê bi Tirkan dan dagirkirin. Sûriye niha bi rengekî bi destên Rûsan hatiye dabeş kirin. Tirk li herêmên weke Efrîn, Bab û Cerablûsê bi cih bûne û xwe bi rêxistin dikin. A herî xirab jî Tirk bûne hevparê Sûriyê û ji bo pêşeroja Sûriyê bûne xwedî gotin. Herêmeke Sûriyê ya ji sedî 30 niha di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye. Rûsya, Emerîka û Ewrûpayê ev hêza demokratîk a bingehîn ya Sûriyê heta niha beşdarî ti hevdîtineke navnetewî nekirine. Ev herêm ji derveyî hemû platforman hatiye hiştin. Sedema wê jî Tirkiye ye. Tirkiye nikare bi tena serê xwe qedera Sûriyê diyar bike. Ger ev dewletana hevgirtî tevbigerin Tirkiye zêde nikare bi pêşde here. Tirkiye ji wan cesaretê digire, gefan li Hêzên Bakurê Sûriyê dixwe û eşkere radigihîne ku wê dagir bike.

Tirkiye dema ku dibêje “bila li Sûriyê xwîn raweste, şer bi dawî bie” Kurdan ji derveyî vê digire. Weke dewlet biryara dagirkirina van herêman girtine. Niha li fersendan digerin û rojan dihêjmêrin. Gelê Kurd divê li her devera cîhanê bikeve nava tevgerê, li hember van êrîşên nijadperest û dagirkeriyê divê gelan û hêzên demokrasiyê hişyar bike. Gefên Erdogan wisa bi armanca propagandayê nîne. Ji bo ku gelên herêmê û hêzên demokrasiyê bikevin nava tevgerê pêdivî bi xebateke lez heye.