Rojnameya Ronahî

Li dijî bişavtinê platforma zimanê dayikê ava kirin

Neh partiyên Kurd li Amedê li hev civiyan û li dijî asîmîlasyonê ji bo teşwîqkirin û pêşvebirina zimanê dayikê platformek ava kirin.
Nûnerên neh partiyên Kurd, ji bo pêşvebirina Kurdî, têkoşîna li dijî asîmîlasyonê, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û li dibistanan bê hînkirin, li hev civiyan.
Partiyên ku daxuyaniya hevpar dan çapemeniyê wiha ne: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzm (OSP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Mirov û Tevgera Azadî.
Nûnerên her neh partiyan li navenda Civata Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxuyaniya hevpar dan çapemeniyê.
Hevserokê DBP’ê yê bajêr Îbrahîm Çîçek, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Fîlîz Bûlûttekîn, Alîkarê Serokê PDK-Tirkiyê Şerefhan Cizîrî, Serokê Giştî yê OSP Sînan Çîftyurek, Berdevkê Tevgera Azadî Ayetûllha Aşitî, Alîkarê Serokê Partiya Azadî û Mirov Seda Dogan, Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek, Alîkarê Serokê Giştî yê PAK’ê Vahît Aba beşdarî civînê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî hate xwendin.
ASÎMÎLASYON
KANSERA ZIMANE
Partiyan asîmîlasyon weke ‘kansera ziman’ bi navkirin û li dijî asîmîlasyonê banga têkoşîna hevpar kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;
“Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bo zimanê dayika xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asmilasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, ji bo ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîna bilindtir bikin, hatine cem hev.
Em ‘Îro zimanê me, siberojê jî neteweya me wê têk biçe’, li miqabilî vê rastiyê re rû bi rû bûne ku xwîn jê diniqûte, ji bo ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersivekê bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbir û hunermandan, bi mellan, li dijberî asimilasyona zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) çareseriyên rojane û demdirej bibînin, hatine cem hev.
LI MAL, KOLAN,
OTOBUS, NEXWEŞXANEYÊ…
Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û çanda xwe heye tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li mînîbus û otobusan, li nexweşxaneyan bi Kurdî (Kurmancî-Zazakî) biaxivin. Bi vê mebestê em dixwazin bangî gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.
Em, ji bo ku siyaseta dewleta Tirk ku zimanê me xistiye ber sikratê teşhîr bikin, ji bo ku li dijî siyaseta yektîpkirinê, red û înkara li dijî Kurdan eşkere bikin, li ser sê beşên bingehîn em kar bikin, hatine cem hevdu.
Ji bo zimanê me yê ku dewlet dixwaze tune bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetiyên Kurdan re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bo bersiva van pirsan em hatine cem hev.
Li Tirkiyeyê ji bo ku astengên li hemberî zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.
Em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qîrîna gelê xwe bigîhînin raya giştî ya dinyayê û mirovên xwedî wijdan li Tirkiyeyê, dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî weke Neteweyên Yekbûyî, UNESCO, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û hwd. em ê ji bo mafê zimanê xwe alikariyê ji wana bixwazin.
Em, bi hemû van pêngavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alîkariya bingeha çanda demokrasiyê û Tifaqa Neteweyî di nava Kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bên avêtin ne pêngavên dawiyê ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.”