Rojnameya Ronahî

Werin em bi hevre tecrîdê rakin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Cizîra Botan di civîna gel de axivî û got, “Ev civak li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî tevî heyetek ji rêveber û parlamenteran hat serdana navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Temellî tevlî civîneke gel bû ku li avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat.
Temellî di destpêka axaftina xwe de Asya Yuksel û Mehmet Tûnç bi bîr anî û got, “Em ê ti carî ji vê rêyê venegerin. Ev rê rêya aştî, demokrasî û azadiyê ye.”

NAXWAZIN LI SÛRIYEYÊ ÇARESERÎ PÊK WERE’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ragihand, serketina wan wê ne tenê li vê xakê, her wiha wê aştiyê bîne ji hemû gelên Rojhilata Navîn re û wiha dewam kir:
“Zîhniyeta ku li dijî me ye, zilmê li Rojhilata Navîn jî dike. Şerê Sûriyê encama vê ye. Me got, çareseriya li Sûriyê bi îradeya gelên Sûriyê dibe. Dema ku me got, ‘Efrîn a Efrîniyan e’ hinek rabûn em sûcdar kirin. Bila niha biçin li Efrînê binerin. Li wir talan heye, êşkence heye, jin tên firotin. Kî vê dikin, çete vê dikin. Bi piştgiriya ji bo çeteyan re Efrîn xistin vî halî ku Efrîn herêma herî aram û aştiyane ya Sûriyê bû. Niha qala Îdlibê dikin. Rewşa komên çekdar ne diyar e, ne diyar e ku wê dest ji çekan berdin an na. Van koman ewqasî sûc kirin, mirov ji cih û warê wan kirin. Ne diyar e bê li van were pirsîn an na. Ya ku tê kirin bazarî ye. Desthilatdariya li hemberî me Sûriye kiriye dojeh. Niha radibin li Stenbolê civîna bilind a çar alî dikin. Berê civîna bilind a sê alî kiribûn. Me got, ‘çareserî ji wir dernakeve, ya ji wir derkeve kaos e’. Ji xwe wisa bû. Niha Îran ji dora maseyê rabûye, Fransa û Elmanya rûniştine. Bi nedîtîhatina gelên Sûriyê re çareserî peyda nabe. Ya ku hûn ê bibînin neçareserî ye. Lê belê ev desthilatdarî xwe ji neçareseriyê xwedî dike. Lewma derdê xwe li Sûriyê ne çareserî ye.”

‘ÇARESERÎ BI GELÊN SÛRIYÊ DIBE

Temellî bal kişand ser gefên Erdogan ên li rojhilatê Firatê dixwe û got, “Hewl didin rojhilatê Firatê jî bixin nava xeleka ji êgir. Halbûkî li wir aştî heye. Gelên Sûriyê li rojhilatê Firatê di nava aştiyê de dijîn. Ji bo pêşî li çareseriya li Sûriyê bigire, timî rojhilatê Firatê weke hedef nîşan dide. Çareseriya li Sûriyê bi gelên Sûriyê dibe.”

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Temellî bal kişand li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan jî û wiha got, “Birêz Ocalan hatiye tecrîdkirin. Madem em ji bo demokrasiyê têdikoşin, wê çaxê rakirina tecrîdê erk û berpirsyariya me ye. Ev tecrîd ne tenê tecrîda mutleq a li Îmraliyê ye. Dewamkirina tecrîdê tê wateya zilma li welatê me. Ev civak li vî welatî li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin.”