Rojnameya Ronahî

Li her deverê azadî û rastî bi ser dikeve

Melek DEMÎRTAŞ

Bi boneya 1.salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de Fermandara YPJ’ê Nûnhar Yilamz destnîşan kir ku di ser rizgarbûna bajêr re salek debas bû, ew ewrên tarî hilat û rojên azadiyê têne hûnandin dê rastî û îradeya azad bi ser ket.

SALVEGERA AZADİYÊ YE

Fermandara YPJ’ê Nûbhar Yilamz destpêkê de1.salvegera rizgarkirina Reqayê li tevahî şervanên azadiyê ku di berwxedana rizgarkirinê de cih girtin û li gel pîroz dikir û wiha ser rol û misyona şervanan taybet jî YPJ’ê di rizgarkirina Reqayê de axivî: “Ev gelê ku niha azadiya xwe di salvegera rizgarkirina Herêma xwe bi coş û tevlîbûnek mezin pîroz dikin, di hemleya rizgarkirina Reqayê de di destên DAIŞ’ê bûbûn mertalê zindî. Ji bo wê jî ev hemû gelê Reqayê vê rojê mîna jinûve dayîkbûn dibînin û roja tarî ronîkirin bi nav dikin, wateya azadî jiyankirin naskirin.”

Bİ TİLÎLÎ Û ÇEKÊN YPJ’Ê PEYTEXTA DAIŞ’Ê HİLWEŞÎ

Fermandar Nûbhar bal kişand ser girîngiya rizgarkirinê û wiha dom kir: “Rizgarkirina Reqayê bi hemû aliyan de girîngbû, her wiha ku beriya salekê wekî peytexta DAIŞ’ê dihate bi navkirin, lê ew bi berxwedaniya şervanan hate hilweşandin. Di heman demê de gelekî ku 3 salan di bin hişmendiya hov û tarî de ku di dorpêçek çi di milê îrada, çandî û felesefî de wekî zindanekî tarî de jiyan dikirin; ser daxwaziya gel pêwîstiya vê hemleya rizgarkirinê hebû. Taybet di her şerî de piranî zarok û jin yên herî zêde rastî îşkenceyan tên, her wiha bi armanca tolhildana jinên Êzdiyê Şingalê me jî wek jinên YPJ’yî rizgarkirina wan jinan ji xwe re wek peywir dît. Ji ber ku herî baş me êşa wan jinan fêm dikir, ser vê bingehê fermandarên YPJ’ê ev hemeya qordînkirin, derbaya herî mezin ku çeteyên DAIŞ’ê xwarin bi vîn û çekên YPJ’ê ew peytexta wan hate hilweşandin û jiyanek rengîn bi têlîlî û rûkeniya şervanan rizgarbû, raste di oxira wê de jî şervan û fermandarên YPJ’ê şehîd bûn jî, lê her bedelê azaiyê girane.”

NE BI TENÊ LI REQAYÊ, JINAN LI HER DERÊ PÊŞENGÎ KIR

Fermandara YPJ’ê Nûbhar Yilmaz bi bîr xist ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêşengiyeke xurt ji hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê re kiriye û wiha got: “Di her rizgar kirina herêmk anjî bajarkî de gel di gotin me”Çima hun dereng man.” Ji bo wê jî her şervan bi armanca parastina sivîlan bi rihekî berpirsiyartî şer dikirin, raste hemleya Reqayê cenga mezin bû lê, cenga mezin ku gel niha bi wê coşê salvegera xwe bi moral û îrade pîroz dike. Her wiha wê YPJ’ê vê rola xwe ya pêşengiyê li Dêrzaorê li hemberî çeteyan dilîzin.”
Fermandara YPJ’Ê Nûbhar Yilmaz destnîşan kir jinên ku 5 hezar sal e têne kolekirin û careke din tama azadiyê kirin û serî hildan, DAIŞ’ê hewl dida wan dîsa bike kole, ji bo wê jî. Û wiha bi dawî kir: “Ne tenê li Reqayê, ji Minbicê heta Dêrazorê em bi heman rolê rabûn û vê erka xwe didomînin. Ev yek encameke yekitiya jinan a li dijî DAIŞ’ê ye. Aliyekî girîng jî ew bû ku jinên Ereb tev li wê pêngavê bûn. Li Tebqa, Reqa û Minbicê jinên Ereb bi awayekî çalak tev li têkoşînê bûn û şehîd dan. Ev jî ji bo me jinan serkeftineke mezin û destkeftiyeke girîng e.”