Rojnameya Ronahî

Li Idlibê rola Tirkiyê sîmsartiye

Ezîz KOYLÛOGLÛ

Dîplomasiya li ser Sûriyê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Rûsya di asta herî jor de didome.  Rûs û Emerîkî ketine nava bazarek dijwar. Ev bazar wê çawa bi encam bibe hê jî ne diyar e. Lê ji niha de tê xuya kirin ku li gorî demên berê di mijara Sûriyê de, Rûs û Emerîkî nêzîkî hevbûne. Ev wê di rewşa Sûriyê de hin guhertinan bide çêkirin. Bi taybet dewletên sîmsartiyê dikin, êdî wê nikaribin wek berê ji bazara Sûriyê sûd werbigrin. Ez bi taybet gotina bazarê bikartînim, lewre him dewletên cîhanî him jî yên herêmê Sûriye kirine bazarek ku bes gelên Sûriyê jê sûd wernagre. Yê herî zêde di bazara Sûriyê de dixwaze sûd werbigre û bi taybet ji bo gelê Kurd yên li Sûriyê mafê xwe yên xwazî bidest nexin, dewleta tirk ya dagirkere.

Li Sûriyê niha bazar ji nûve tê sererast kirin. Bi taybet piştî qerisandina rewşa Idlibê. Dewleta tirk ya dagirker wiha dide xuya kirin ku wek her tişt li gorî wan dimeşe. Rûsya jî bi zimanek dîplomatîk destekê dide dewleta tirk ya dagirker. Lê rastiya ser erdê ne wiha ye. Li gorÎ plana Rûs û tirkan wê heta 15’ê mehê hemû çekên mezin û komên çeteyên xwe ji heta 20 kîlometreyan ji xeta rejîma Sûriyê bikişandana. Lê ev nebû. Dîsa wê leşkerên Rûs biketana wê herêmê û çavdêrî bikira. Lê ev jî nebû. Lê bi daxuyaniyên resmî dewleta tirk ya dagirker dibêje plan pêk tê, Rûs jî dibêjin raste.

Çima Rûs dibêjin raste?

Ya rastî muxatabê Rûsyayê ya Idlib ne dewleta tirk ya dagirker e. Lê dewleta tirk ya dagirker wek sîmsarê ji despêka şerê navxweyî yê Sûriyê her xwe wek muxatab nîşanda. Lê dewleta tirk tu carî di mijara Sûriyê de nebû muxatabê esasî. Di mijara Idlibê de jî rola dewleta tirk sîmsartiye. Esas bazar di navbera DYE û Rûsya de ye. Rûsya di esas de ji tirkiyê re nabêje erê, ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka re dibêje erê peymana me pêk tê.

Dema ku Rûs, Îran û rejîma Sûriyê xwest wek herêmên din yên Xuta, Hema, Deraa destpêkê bi şerek dijwar tehdît kirin û bi rêya dewleta tirk teslîm girtin, xwestin Idlibê jî wiha bikin. Di rastî de dewleta tirk li hemberî Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablûs amadebû dev ji Idlibê berde, lê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, dewletên Ewropî bi daxuyaniyên hişk dan û rê li pêşiya êrîşek li ser Idlibê girtin. Dewleta Tirk wek hemû sîmsaran dema dît ku  Emerîka û Ewropa di mijara  Idlibê de wê hemberî Rûsyayê cidî rawestin, Erdogan li pêşiya ragihandinê gotinên xwe yên di civîna Tehranê kir. Wê demê  xwestin wek bêzanebûn buye bidin nîşandan jî, lê bi demê re eşkere bû ku, Erdogan pirr bizanebûn ew gotinan li pêşiya ragihandinê kir û li ser Idlibê mesaj da Emerîka û Ewropa.  Wek hemû sîmsaran  Erdogan jî li ku berjewendiyên wî hebe wiha tevdigere.

Di her demê de sîmsar dikarin heta cihekî karê xwe bikin. Li Sûriyê jî dema sîmsartiya dewleta tirk ya dagirker kêm maye. Heta niha dewleta tirk li ser nakokiyên Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka sîmsartî dikir. Lê di dema dawî bi taybet li ser Sûriyê dîplomasiya di navbera Emerîka û Rûsya ku esas hêzên li ser Sûriyê di nava têkoşînek pirr mezin de ne, wan hinek din jî nêzîkî hevkir. Ev nêzîkatiya di navbera Emerîka û Rûsya de dibe ku êdî Emerîka di mijara Idlibê de pêwîstî bi sîmsarê xwe Tirkiyê nebine. Lê wê dewleta tirk ya dagirker sîmsartiya xwe li ser çeteyên girêdayî xwe bidomîne. Ev jî wê ji aliyê Rûs, Îran û rejîma Sûriyê de  çiqas bê pejirandin, em ê di dema pêşiya me de bibînin.