Rojnameya Ronahî

Fransa dixwaze zarokan bibe dayîkan bihêle

Rayedarên Fransayê ragihandin ku Fransa ji bo wergirtina zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Fransî ne û li ba Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) girtîne tevdigere, lê wê dayikên wan negre û ji bo ku li dadgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darizandin.

Rayedarên Fransayê ragihand ku ew dixwazin ku zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Fransî ne û li ba Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatine girtin wergirin û dayikên wan jî radestî dadgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Hin rayedarên Fransayê ragihand ku Fransa ji bo wergirtina zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Fransî ne û li ba Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) girtî tev digere, lê wê dayikên wan wernagire û wê ji dadgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bihêle da ku bêne darizandin.

Li gorî agahiyan nêzî 60 jinên Fransî li Sûriyê di nava DAIŞ’ê de ne û ji wan 40 dayik in û nêzî 150 zarok bi wan re ne û piraniya zarokan temenên wan kêmtirî 6 salî ye.

Rayedarên Fransayê diyar kir ku amadekariya wergirtina van zarokan tê kirin, bi taybet zarokên li Sûriyê ji dayik bûne. Her wiha wergirtina wan wê bi razîbûna dayikên wan be û rayedarekî diyar ku ew li gorî berjewendiya van zarokan tev digerin.