Rojnameya Ronahî

DAÎŞ’iyên di destê YPG’ê de ne bînin Elmanyayê

Parlamentera Partiya Çep Ullia Jelpke  ji hikumeta Elman xwest ku DAÎŞ’iyên di destê YPG’ê de ne bîne Elmanyayê û darizîne. Li gorî daxuyaniya Jelpke, 33 Elman ku endamên DAÎŞ’ê ne di destê YPG’ê de ne. Jelpke ji hikumeta Elman xwest ku bi hêzên Kurd re bi rengekî fermî têkiliyê deyne û endamên DAÎŞ’ê yên Elman bîne Elmanyayê.

Parlamentera Partiya Çep ji hikumeta Elman xwest ku DAÎŞ’iyên di destê YPG’ê de ne bîne Elmanyayê û darizîne. Li gorî daxuyaniya Jelpke, 33 Elman ku endamên DAÎŞ’ê ne di destê YPG’ê de ne.

Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep Ûlla Jelpke ji bo DAÎŞ’iyên di destê YPG’ê de ne bang li hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel kir. Jelpke ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û got, “Ji bo darizandina endamên DAÎŞ’ê yên welatiyên Elman divê Elmanya bi berpirsyarî rabe.”

Jelpke bi bîr xist ku kesên navborî ji Elmanyayê tevlî nava DAÎŞ’ê bûne û got, “Ev kes ji Elmanyayê çûne, lewma berpirsyarî li ser milê Elmanyayê ye. Ji ber ku li Bakurê Sûriyê hîn şer heye, derfet nîne ku ev kes li herêmên di kontrola YPG’ê de ne werin darizandin.”

Parlamentera Elman wiha dewam kir: “Ev sûcdarên şer ên di destê hêzên Kurd de ne, pirsgirêkek e. Elmanya ku di heman demê de endamekî koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ye, divê vê pirgirêkê ji nedîtî ve neyê.”

Siyasetmedara Partiya Çep ji hikumeta federal xwest ku bi hêzên Kurd re bi rengekî fermî têkiliyê deyne û endamên DAÎŞ’ê yên Elman bîne Elmanyayê. Jelpke rexne kir ku di vî warî de heta niha gaveke cidî nehatiye avêtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Jelpke ve hatin eşkerekirin, heta niha 33 Elmanên endamên DAÎŞ’ê ne di destê hêzên YPG/YPJ’ê de ne. 8 ji van mêr in, 10 jin in û 15 jî zarok in.