Rojnameya Ronahî

Buroya Jinan a MSD’ê ji bo pêşî girtina kuştina jinan bang kir

Buroya Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê qetilkirina Reşa Besîs ji hêla birayê xwe yê çete ve şermezar kir.
Buroya Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê qetilkirina jina ciwan a bi navê Reşa Besîs ku ji hêla birayê xwe yê çete ve li ber kamerayan li bajarê Cerablusê yê di bin dagirkeriya Tirkiyê de hatibû qetilkirin şermezar kir. Jinên meclis û rêveberên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ji beriya sedan salan ve jin ji ber kevneşopên civakê û zîhniyeta desthilatdar zehmetiyan dikişînin û ji ber wê pirsgirêk û zilm di nava civakê de zêde bûye. Ew dîmenên ku hatin belavkirin, çawa çeteyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyê xwişka xwe qaşo bi navê “namûsê” qetil dike, tiştekî ku wijdan qebûl nake û ji mirovahiyê pir dûr e.
Di dîmenan de hovîtiya çeteyên girêdayê dagirkeriya Tirkiyê diyar dibe ku çawa bira êrîşî xwişka xwe dike û wê bi guleyan qetil dike û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên hovane li ser jinên Sûriyê pêk tîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qaşo bi navê “namûsê” jinan qetil dikin, di civakê de wê heta kengî jin bi navê şeref û namûsê werin qetilkirin û heta kengî wê jin bibin qurbaniyên urf û adatên civakê yên kevneperest û heta kengî wê komên çekdar bi hovîtî jinan qetil bikin, bikujin.
Di dawiyê de Buroya Jinan hemû kiryarên hovane li dijî jinan û qetilkirina wan şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên bi vî awayî bisekinin û hesab ji kujeran were xwestin.