Rojnameya Ronahî

HPG’ê lê da, 9 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên gêrîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker berdewam dikin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li Barzanê 5 û li Sêrtê jî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê li Barzanê 5 û li Sêrtê jî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 21’ê Cotmehê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin.

Hêzên me saet 06:30’î li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Bayrakê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê leşkerek hate kuştin.

Saet 10:30’î hêzên me li dagirkerên li Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê xistin. Derbên xurt li kozikên dijmin hatin xistin û 4 leşker hatin kuştin.

Artêşa TC a dagirker roja 18’ê Cotmehê li herêma Herekolê ya Sêrtê bi gelek tîmên xwe yên taybet, cerdevan û kontrayên xwe li qadên Şehîd Berxwedan, Şehîd Canxurt, Korîdora Soriyan, Deriyê Egîdan, Deriya Çeperê û Destesorî derket operasyonê. Di vê operasyona berfireh de, hêzên me roja 20’ê Cotmehê saet 7’an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve li yekîneya dijmin hate xistin û di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.”

.”