Fermandarê Operasyonên Taybet ê Emerîkayê Bathrick Roberts ji Brîtanyayê xwest ku her du welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ`ê bûbûn û niha li cem QSD`ê girtî ne, bixwaze. Roberts diyar kir ku QSD û DYA bi awayekî çalak dixebitin da ku wan “kujeran” vegerînin welatê wan û li wir bikevin zindanê.
Fermandarê Operasyonên Taybet ê Amerîkayê Lîwa Bathrick Roberts ji Brîtanyayê xwest ku her du welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ`ê bûbûn û niha li cem QSD`ê girtî ne, bixwaze.
Li gorî rapora rojnameya The Telegraph a Brîtanyayê fermandarê Operasyonên Taybet ê Amerîkayê Lîwa Bathrick Roberts ji Brîtanyayê xwest ku her du welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ`ê bûbûn û niha li cem QSD`ê girtî ne, bixwaze.
Her du çeteyên mijara gotinê, navê yekî El-Şafî û navê yê din jî Kotî ye. Erka her du çeteyan ew bû ku serê girtiyên biyanî qut bikin.
Lîwa Bathrick Roberts diyar kir ku QSD û DYA bi awayekî çalak dixebitin da ku wan “kujeran” vegerînin welatê wan û li wir bikevin zindanê. Her wiha Bathrick Roberts da zanîn ku ev biryar ji bo hemû dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene, derbasdar e.