Rojnameya Ronahî

Dagirker milkê Efrîniyan li bazaran difiroşin

Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe piştî ku Efrîn dagirkirin dest bi her awayî kiriyarên dij mirovî  kirin. Dagirker niha jî li gundên Efrînê diziyê dikin û malên ku didizin li bazaran difroşin. Hat ragihandin milkên welatiyên ku didizin li Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn û Raî bazarên ku ava dikin, difiroşin bazirgan û çeteyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê milkên şêniyên Efrînê li bazaran difiroşin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, bi her awayî kiryarên xwe yên hovane didomînin. Dagirkerên ku milkên welatiyan li navenda bajêr dizîn û niha jî li gundan diziyê didomînin.

Çavkaniyek herêmî ji ajansa ANHA’yê re ragihandiye  ku dagirkeran li herêmên ku dagir kirine wekî Cerablus, Bab, Ezaz, Raî û Efrînê mezadan (bazar) organîze dikin û milkên welatiyan difiroşin.

Heman çavkanî diyar kir ku piraniya tiştên ku li wan bazaran tên firotin, erebe û motorsîklêt in. Her wiha destnîşan kir ku milkên welatiyan ji bazirganên sûka reş û çeteyan re tên firotin.

Li gorî heman çavkaniyê, milkên ku li mezadan neyên firotin, bazirgan dikirrin û diyar kir ku çete gelek pere ji van mezadan werdigirin.