Rojnameya Ronahî

Rêveberiya nû ya PADÊ soza bilindkirina têkoşînê da

Di 20’ê Comtehê de 2. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi beşdarbûna 300 delegeyan pêk hat. Emer Saleh careke din bû serokê PADÊ. Rêveberiya nû ya PADÊ piştî civîna xwe ya yekemîn daxuyaniyek da û diyar kirin ku ew ê di dema pêş de jî xebatên xwe yên ji bo civaka Êzidî hê zêdetir bikin.

Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) piştî 2. kongreya xwe yekemîn civîna xwe lidar xist. Di civînê de Emer Saleh  careke din bû Serok PADÊ.

Di 20’ê Comtehê de 2. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi beşdarbûna 300 delegeyan pêk hat. PADÊ piştî 2. kongreya xwe  li bajarokê Xaneserê ya Şengalê civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Piştî civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê serok û cîgirên nû yên PADÊ hatin eşkere kirin.

Serokê PADÊ yê berê Emer Saleh dîsa weke Serokê PADÊ hate hilbijartin. Azad  Ebdal ku xelkê Başîka ye wek cîgirê yekem û Xemê Berkat a ku 3 salan dîl di destê DAIŞ’ê de mabû û piştre hatibû rizgarkirin weke cîgira duyemîn hate hilbijartin.

Serokê PADÊ Emer Saleh di civîna çapemeniyê de axivî û soza şopandina sozên ku ji bo gelê Êzidî beriya niha dane da  û got, “Em carek din soza xwe ya ji bo xizmeta gelê xwe nû dikin. Heta ku em hemû mafê gelê xwe bi dest nexin, em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin.”

Emer Saleh bang li hemû partiyên  Êzidiyan kir ku destên xwe bidin hev, yekîtiya xwe bihêz bikin û neyên xapandin.

Cîgira Serokê PADÊ Xemê Berkat axivî û got, “Ez wek keçek Êzidî ku 3 salan di destê DAIŞ’ê de mam, ez soz didim heya dawî tişta ku ji destê min bê ji bo gelê xwe û bi taybetî ji bo jinên di destê DAIŞ’ê de dîlin bikim.”

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî jî wiha axivî; “Em hêvîdarin PADÊ  weke partiyek Êzidiyan  xizmeta gelê bike û bikare hemû mafên civaka me bi dest bixe.”

Hisên bang li hemû aliyên Êzidiyan kir ku xwe ji bo hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan amade bikin…ROJNEWS