Rojnameya Ronahî

Şoreşa Rojava berhema ramanên Ocalan e

Rewşenbîrên navçeya Dirbesiyê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û tecrîda giran ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye, şermezar kirin û wiha got: “Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya ramanên Ocalan bi ser ket.”
Rewşenbîrên navçeya Dirbesiyê derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û tecrîd şermezar kirin.
Helbestvan Mistefa Şêxmûs tecrîd şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi rêya siyaseta qirêjî ku li ser Rêberê Gelê Kurd dimeşîne, dixwaze raman û felsefeya wî ji holê rake. Lê her kes dizane şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya projeya Neteweya Demokratîk ku encama ramanên Ocalan e, bi ser ket.”
Şêxmûs destnîşan kir ku bêdengiya navdewletî ya li dijî kiryarên dewleta Tirk, nîşan dide ku ew jî şirîkên sûcên dewleta Tirk in.
Nivîskar Rûken Yûsif bi lêv kir ku rejîma Tirkiyê hewl dide bi zext û tecrîdê gelê Kurd dûrî rêber Ocalan bike, lê bi milyonan gelê Kurdistanê li ser fikrên Ocalan dimeşin.”
Her du rewşenbîran bang li rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin ku tecrîdê li ser Ocalan rakin.”…ANHA