Rojnameya Ronahî

Perwerde û Zaningeh Cihê Têgihiştin û nasnameya civakêye

Melek DEMÎRTAŞ

Bi armanca avakirina sîstemekî hevbeş û bilindkirina asta xwendinê, 1.Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin diruşmeya “ Zanîngeh qada têgihiştina heqîqet û nasnameya civakî ye” li zaningeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ya girêdayî Herêma Cizîrê, bi beşdarbûna bi dehan xwendevanên Zanîngeha Rojava, Kobanê û Efrînê, her wiha Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, KPC-Demokratîk, Rewşenbîr, endamên Akademiyên perwerdê ser du rojan hate lidarxistin.
ARMANC HEVBEŞKİRİNA SÎSTEMÊ Û BİLİND KİRİNA ASTA XWENDİNÊ
Girêdayî mijarê Berdevkê Ragihandina Zaningeha Rojava Mesûd Ehmed ser hazirtî û armanca konferansê ev agahî dan beriya çend mehan li sernaserê Herêmê ji rêveberî û mamostyên zaningehan re civînên mîna yaneyan hate lidarxistin û wiha got: “Di yaneyê de ser sîstma giştî ya hersê zaningehan, rêvebernameya Meclisên Xwendekarên Zaningehên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin gelek nîqaş hatin kirin. Ev yaneya bûne bingeha lidarxistina konferansê û axaftina xwe ser armanca konferansê dewam kir: “Armanc avakirina sîstemekî hevbeş û bilindkirina asta xwendinê, ji bo wê jî dê di warê pêşxistina asta hîndikarî û zaningehan de Saziya Xwendina Bilind dê bê avakirin. Jiber ku ew saziyeke sîstema dersdayînê di peymangeh, fakulte, zanîngeh û akademiyên herêmê Bakur û Rojhilat Sûriyê dişopîne.”
Mesûd Ehmed anî ziman ku wekî mêvan 2 mamoste û lêkolîner bi rêya Skypeyê tev li konferansê bûn û wiha bi dawî kir: “Mamostê Zanîngeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Hewcîn Mele Emîn tevli konferansê bû, pêşniyarên pêşxistina zimanê kurdî, xurtkirina nasîna şoreşa Rojava û tekiliyên di navbera zanîngehên Rojava û başûrê Kurdistan de kir. Di heman demê de jî Zanîngeha Oxfordê lêkolîner Ahmet Kara diyar kir ku şoreşa Rojava Ji cîhane re dibe mînak û ev pêşniyar kir: “Pêşketinên di warê perwerdeyê de civakê jî bi pêş dixin. Di nava şer û êrîşan de perwerdekirina mirovan tê esasgirtin.”
KÊM TÊKÎLÎ SÎATEMEK HEVBEŞ NEBÛ
Endama Rêvebira Zaningeha Rojava Sîpan Çeto jî ser girîngiya li darxistina konferansê û ava kirina saziya xwendina bilin ev tişt anî ziman û got: “Da ku sîstemek hevbeş ji bo hersê zaningehan û rêxsistin bikin li darxistina wiha konferansê ji bo nirxandina rewş, xebat û perwewrdehiya her zaningehekê girînge, her wiha rapora xwe de didin diyar kirin ku wekî zaningeha Rojava xebatê du salan, Efrîn 3 sala û Kobanê jî yê salekê hate nirxandin û her zaningeha jî xweseriya wê hebû ji bo wê jî di sîstema zaningehan de hevbeşî nebû, sedema bingehîn jî teklî di navbera hersê zaningehan de nebû.”
Sîpan bal kişand ser girîngiya konferansê ku Konferansa di demeke dîrokî de ku şoreşek heye pêk hat, di nava mercên şoreşê de sazkirina xebatên zanîngeh û akademîk hem zehmet û hem jî watedar in. Û wiha got: “Da ku van pirsgirêkan derbas bikin û sîstemek hevbeş di hersê zaningehên xwe de avabikin ev konfernas gelek girîng û wate dar, taybet ji bo pêşxistina têkîliyan û asta xwendinê ev bi serê xwe gavek dîrokîye. Sîpan Çeto wiha bi dawî kir: “Biryargitina avakirina xwendina bilind tê wateya serkeftina şorşê, jiber ku bingeha serkeftina şorşê ji pêşxistina hişmendî û zinstê tê; Ji ber ku zaningeh têgihiştin û nasnameya civakê ye.”
Encamnameya 1.Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate eşkere kirin û Encamanameya konferansê wiha ye:
Delegeyên beşdar bi tevlîbûneke berfireh a 2 rojan vîna xwe ya demokratîk nîşandan. Di encamê de ji bo pergaleke hevpar a zanîngeh û akademiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke dîrokî hate avêtin. Dîsa konferansê de biryardarî hate nîşandan ku li ser vê bingeha bi hêz, her zanîngeh û akademî di warê pergala akademîk de hîn zêdetir asteke bilind ji xwe re weke armanc danin.”