Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kiryarên dagirkeran li Efrînê sînoran nas nakin

21/10/2018
in ROJEV
A A
Kiryarên dagirkeran li Efrînê sînoran nas nakin
Share on FacebookShare on Twitter

Ji zêdetirî 7 mehan ve dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe li Efrînê yên wekî kuştin, revandin û qutkirina daran didomîne. Roj bi roj kiryarên xwe yên hovane û nemirovî zêde dike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 2 hezar û 350 sivîl revandine. Çarenûsa 835 sivîlan ne diyar e. Di nava kesên hatine revandin de 139 jin hene. Dagirkeran zêdetirî 4 hezar û 500 darên zeytûnê desteser kirine.
Tê texmînkirin ku ji 7 mehan ve zêdetirî 9 hezar darên zeytûnê li seranserî kantona Efrînê hatine birrîn. Her wiha ji bilî wêrankirina cihên dîrokî, dizîna bermahiyên dîrokî û firotina wan, zêdetirî 5 hezar hektar daristan hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk li çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê û girê taxa Mehmûdiyê yê bajarê Efrînê bi dehan darên zeytûnê û daristan şewitandine.
Hat diyar kirin ku Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefersefrê ya Cindirêsê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de bi temamî hatiye wêrankirin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê talankirina hilberîna zeytûnê berdewam dikin. Li gorî rayedarê Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê da zanîn dagirkeran bi qasî ji sedî 90 ji hilberînê desteser kiriye.
Çeteyên El-Emşat beriya du rojan bi ser malên şêniyan de girt û welatiyê bi navê Semîr Mieratê ji gundê Kaxrê yê navçeya Mabatayê revand.
Ji aliyekî din ve artêşa Tirk bi zanabûn navên dibistan û kolanên kantona Efrînê diguherîne. Her wiha artêşa Tirk wêneyên Erdogan û ala Tirkiyê di têketina navçeya Şiyê de û kolanên sereke û şaxî de daliqandine, ev yek jî bi armanca guhertina demografiya herêmê pêk tînin…ANHA

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.