Rojnameya Ronahî

Baxçeyên sergirtî pêdiviyên sûkê bi cih tîne

Navenda Pêşxistina Aborî ya bajarokê Rimêlan ji bo bi cih anîna pêdiviyên sûkê û welatiyan ya sebzeyan û şînahiyê bi cih bîne projeyên bexçeyên sergirtî pêşdixîne. Navendê yekem projeya baxçeyên sergirtî 11’ê Çileya 2014’an vekir. Berpirsê projeyê Alan Elawî diyar kir ew hewl didin projeyê berfirehtir bikin.

Navenda Pêşxistina Aborî ya bajaroka Rimêlan ji bo pêdiviya sûkê ya şînahiyê bi cih bîne û derfetên kar ji welatiyan re peyda bike projeya baxçeyên sergirtî berfireh dike.
Navenda Pêşxistina Aborî ya bajaroka Rimêlan a girêdayî Girkê Legê, yekem projeya baxçeyên sergirtî 11’ê Çileya 2014’an vekir. Proje bi armanca pêkanîna pêdiviyên sûkê ji berhemên herêmî hat pêşxistin. Proje ji 6 baxçeyên sergirtî pêk tê.
Baxçeyên sergirtî li ser ferehiya 37 donim erd hatiye vekirin, tê de “Bacanê sor, xiyar û bacanê reş”hatin çandin.
Di projeyên baxçeyên sergirtî de 3 malbat dixebitin. Piştî serkeftina projeya baxçeyên sergirtî di salên derbasbûyî de, navendê 3 projeyên din vekirin. Berhemên baxçeyên sergirtî heta astekê pêwîstiyê navçeyê bi cih tîne.
Berhemên baxçeyên sergirtî beşeke girîng ji hewcedariya sûka navçeya Girkê Legê û gundewarên wê bi cih tîne. Ji bo firotina berhemên bexçe dikaneke taybet hatiye veqetandin.
Endezyarê çandiniyê û berpirsê projeyê Alan Elawî diyar kir ku havînê 30 ton bacanê sor, 24 ton xiyar û 20 ton bacanê reş ji projeyê bi dest dixin.
Alan Elawî destnîşan kir ku ew hewl didin projeyê berfirehtir bikin û got: “Niha em 9 holên çandiniyê vedikin, her yek ji 5 baxçeyên sergirtî pêk tê.”
Elawî, destnîşan kir ku 3 malbat di vê projeyê de dixebitin û li gorî tifaqa di navbera navend û malbatan de, ji sedî 27 berhemên baxçeyê didin malbatan.
Alan Elawî diyar kir ku ew ê di demên pêş de derfetên kar ji 30 malbatên din re bibînin û got: “Proje wê debara malbatan û pêdiviya sûka navçeyê ya berhemên şînahiyê bi cih bîne.”
Navenda Pêşxistina Aborî, hemû pêwîstiyên çandiniyê yên mîna tov, semad û alavên çandiniyê, her wiha cih ji cotkaran re peyde dike…ANHA