Rojnameya Ronahî

Li Mêrdîn û Geverê 15 leşker hatin kuştin

Li bakurê Kurdistanê çalakiyên gêrîlla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker berdewam dikin. Artêşa Tirk ji ber çalakiyên gêrîlla windahiyên mezin dide. Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û ragihand, li Mêrdîn û Colemêrgê di çalakiyên gerîla de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê ragihand, li Mêrdîn û Colemêrgê di çalakiyên gerîla de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên li Mêrdîn û Colemêrgê agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, 11’ê Cotmehê saet 20:30’î li ser rêya navbera navçeya Stewrê ya Mêrdînê û herêma Ewênayê, li konvoya artêşa TC a dagirker xistin ku derketibû operasyonê. Ji du baskan ve li hemû wesayitên konvoyê hate reşandin û di encamê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra bi temamî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatin kuştin, 7 jî birîndar bûne.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 18’ê Cotmehê saet 14’an li herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku li neqeba Bînbîr bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de 2 stargehên dijmin bi temamî hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.”