Rojnameya Ronahî

Tiştên ku Rêber Ocalan ji mere gotubû niha pêk tên

Welatiyên Efrînê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, destnîşan kirin ku tiştên ku niha li herêmê rû dide, Ocalan beriya niha ji wan re nirxandibû û ji wan xwestibû ku xwe bi rêxistin bikin.
Di nava têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de gelek şêniyên Rojava dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê û Lubnanê bû bi Ocalan re civiyan. Du welatiyên ji Efrînê yên ku bi Ocalan re hatibûn cem hev diyar kirin ku tişên ku Rêber Ocalan ji wan re gotibû niha li herêmê pêk tê.
Wehîd Osman û Mihemed Şêxo diyar kirin Rêber Ocalan ji wan dixwest ku xwe bi rêxistin bikin û li hemberî siyasetên dijmin hişyar bin.
Wehîd Osman ji gundê Hesen Dêra yê girêdayî navçeya Bilbilê ye. Li ser hevdîtina xwe bi Ocalan re axivî û destnîşan kir ku sala 1984`an wî Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir, sala 1990`î de wî li bajarê Helebê Rêber Ocalan dît û wiha got: “Ji ber Rêber Ocalan xwedî kesayeteke pir bi hêz e ji ber wê wî pir bandor li min kir.”
Osman anî ziman ku di hevdîtinê de, Ocalan ji wan xwest ku sendîqeyên xwe ava bikin da ku ji bo demên pêş amade bin û rêxistinkirî bin. Osman diyar kir ku Rêber Ocalan di axaftinên xwe de li ser Şoreşa Rojava diaxivî û got: “Dema şoreşê destpê kir, me xeta sêyemîn ji xwe re esas girt. Di şoreşa xwe de fikrên Ocalan ji xwe re esas girtin, ji ber wê şoreşa me bi serket. Rêber Ocalan ji me xwest ku li hember siysetên dijmin pirr hişyar bin da ku şoreş bi serkeve.”
Wehîd Osman destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji wan re diyar kir ku pêwîstî bi kesayetên baweriya wan bi doza Kurdan hene, da ku ji bo têkoşînê re amade bin û civaka xwe ber bi azadiyê ve bibin, heye.
Mihemd Şêxo yê ji navçeya Raco ye jî diyar kir ku fikrên Ocalan xizmeta hemû gelan dike û wiha got: “Min sala 1985`an Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û sala 1993`an li Şamê Ocalan dît. Pîvanên têkoşîna Rêber Ocalan ji bo hemû gelan e, ji ber ew Rêberekî navnetewî ye, ji ber ku bi sedan welatiyên biyanî di oxira vê rêyê de şehîd bûn. Di têkoşîna xwe de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pîvana biratiya gelan ji xwe re esas girtin.”
Şêxo destnîşan kir ku Rêber Ocalan têkoşîna ji bo azadiya hemû gelan esas digire û ev tişt anî ziman:” Rêber Ocalan ji me re got ew dixwazin têkliyên xwe bi hemû gelan re ava bikin da ku tevger û armancên xwe ji wan re pênase bikin. Divê ku her kes li cihê xwe têkoşînê bike da ku fikrên tevgerê li her derê belav bibe û her kes nas bike ku çawa rastî êrîşên qirkin û tinekirinê tên.”
Şêxo diyar kir projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xizmeta hemû gelan dike û armanca wî azadkirina civakê ye.
Mihemed Şêxo di dawiyê de bang li hemû gelan kir ku fikrên Netewa Demokratîk esas bigrin da ku civakek ekolojîk û exlaqî ava bikin…ANHA