Rojnameya Ronahî

Pûtîn: Em ê bombeya atomê bersivê bidin

wan bê kirin, ew ê jî bi bombeya atomê bersivê bidin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di civînekê de ku bi sedan pispor lê amade bûn, axivî.
Bi sedan rojnamevanên Rûs û biyanî, siyasetmedar û zanyar tevlî forûma nîqaşê ya li Soçiyê bûn.
Pûtîn diyar kir, eger êrîşeke gengaz li dijî welatê wan bê kirin ev yek wê bê bersiv nemîne û diyar kir, welatê ku êrîş bike “wê ji holê rabe.”
Pûtîn gef xwar ku di êrîşeke gengaz de wê karibin bombeya atomê bi kar bînin û îdîa kir ku ev yek jî tenê ji bo parastinê ye. Pûtîn anî ziman, di êrîşa destpêkê ya dijî welatekî de wê bombeya atomê bi kar neyînin.
Pûtîn di heman demê de gef xwar, eger li dijî welatê wan gefa bi êrîşa bombeya atomê bê xwarin, ew ê jî bombeya atomê bi kar bînin.