Rojnameya Ronahî

Zaningeha Rojava Projeya mêzûnkirina xwendekaran gotubêj dike

Melek DEMÎRTAŞ

Zanîngeha Roja di 5’ê Tîrmaha sala 2015’an de li bajarê Qamişlo hate vekirin û ev zaningeh pêşwaziya xwendekarên ji hemû bajarên Herêma Cizîrê û herêmên din jî kir, her wiha di zaningehê de gelek beş û şax hene. Ku vekirina zaningeha Rojava hemû hêvî û pêwîstiyên xwendekarên Herêmê taybet di dema şoreşa Sûriyê ku ji bo xwendekarên bêyî zaningeh man gaveke girîng bû, ku di roja îro de ji bo pisportiyê yekemîn tecrûbeya projeyên mêzûnkirina xwendekaran gotubêj dikin.

ZANİNGEHA ROJAVA GEV Û TECRÛBEYEK SERKEFTİYE

Girêdayî mijarê Mamostê Şûnwar û çavdêriya komîteya jurê yên projeyên mêzûnkirna xwendekaran Ednan Berî anî ziman ku vekirina Zaningeha Rojava gave û tecrûbeyek nûbû ji bo Rêvebriya Xweser,evjî bi armnaca pêşwazîkirna daxwziya xwendekarên herêmê û bakurê Sûriyê hate vekirin û wiha got: “Ez zaningeha rojava xwendekaran ji zeraraa çûna rêwîtiyan parast û meserfe zêde di rêde kêm kir, ku di destpêka vekirina zaninhgehê tevlî bûna xwenekaran jêre heye astekê başbû, lê dema ku em sala derbasbûyî bi îslare muqayese bikin, emê rastî tevlîbûnek balkêş bên. Ku niha xwendekar ser bingeha qeydikrina mufadeleytenê têne têne pejirandin.”

ŞAXÊ ZANİSTÎ Û WÊJEYÎ HEYE

Ednan di çarçoveya şaxên ku di zaningehê de tên dayîn de got: “di zaningehê de du şax hene şaxa Zanistî û Wêjeyî heye ku her şaxek beşên wê hen. Wekî şaxê zanistî (endêzyarî, petrokîmiya, Endezyariya çandiniyê, bîrkarî, zaniyarî, kîmiya û fîziya) Şaxê wêjeyî jî, (Wêjeya kurdî, dîrok, erdingarî û perwerdehî..hwe, her wiha peymangh jî heye.”

Jİ BO PROJEYÊÊN MÊZÛNKİRNÊ KOMÎTEYA JURÊ AVA BÛ

Ednan da zanîn ku Zaningeha Rojava cara yekemîn tecrûbey gutubêjkirina projeya mêzûnkirina xwendekaran nîqaş dike û wiha got: “Ji bo vê xebatî komîteya jurê ji sê kesan hatiye avkirin kesên wekî çavdêrî, mamostê pisporê wê madeyê û çavdêriya karûbarên zanistî, her wiha ev di beşdarbûna bi dehan xwendekara ne. Xwedekar madeya xwe pêşkêş dike û ji hêla komîteya jurê ve wek mamoste şareza ku nifşên nû perwerde bike tê nirxandind. Wekî ku tê zanîn ji o nîqaşkirna projeyên mêzûnkirna xwendekaran ji hêla kadroyên pispor gelek mijarên hatin pêşniyarî xwenekaran kirin. Her wiha Ednan El Berî destnîşan kir ku tevî ev yekemîn tecrubeya xwendekaran e, lê di beşa yekemîn ji hijmarek baş ji xwendekaran projeyên mêzûnkirna xwe bi serkeftî pêşkêş kirin û di asta wan Perwerdehiyê û zanistê başbû. Her wiha da ku xwendekar projeyên xwe bi renegê baş pêşkêş bikin ked û hêzk xurt dan ev jî ji tevlîbûna zaningeh û beşdarbûna dersan encam girtin.”

SÎSTEMA
PERWERDEHİYA ZANİNGEHÊ BÊ
GUHERTİN

Ednan diyar kir ku xwendekar 6 weriz di du salande xwendin û wiha dom kir: “Ji ber ku hewcedariyên me bi kadroyên pispor hebû, da ku di sala bê de di dibistanên navîn û amedehî de mamostetiyê bikin, ev werzana bi renegekî ser hev û lezgîn hatine. Lê di sala bêyî de dê sîstema xwendin û perwerdehiyê ya zaningehê bê guhertin, ku xwendekar ser 4 salan xwendin bikin û her sal jî ser du werzan bê. Her wiha hêjayî bi bîrxistinê di dema ku ji gotupêj kirina projeyên mêzûnkirina xwendekaran bi dawî bikin, dê ev projeyana ji hêla komîteya jurê ve bê nirxandin. Paş de encam nameya xwendekarên serkeftî bêne diyar kirin, piştre navên serkftî ji bo tayînkirina wan li dibistan anjî navenda dê navê wan radsetî komîteya perweedehiyê bê kirin. Lê ji bo xwendekarên ku bi serneketine jî di sala nû ya demasla xwendinê de dewam bike. Di heftiya bê de nîqaşkirina projeya mêzûnkirina xwendekaran bi dawî bibe.”
Ednan El-Berî serkeftin ji xwendekaran re xwest û wiha bi dawî kir: “Piştî ku xwendekar ji zaningehê mêzûn bibin dê berpirsiyartiya ku dikeve ser milê wan zêde dibe, ji ber ku ewê nifşên nû ser sîstema netewa dîmokrtaîk perwerde bikin.”
Xwendekara zaninagehê başa Dîrok Reşa Ratib wiha nerînê xwe anî ziman: “Di hefteya borî de ji bo projeya mêzûnkirinê bi komîteyê re nîqaş kir, û mijara gundê Til Xenzîr ku li başûrê bajarê Serê Kaniyê dikeve hilbijart. Û niha ez li benda encamê me, raste ez bi serkeftî zaningeh bi dawî kir, lê şehnaziyamin dema ku projeya mêzûnê jî bi serkeftî bikim.”