Rojnameya Ronahî

Li Reqayê jiyaneke hevpar tê avakirin

Serokê Partiya Pêşerojê ya  Sûriyê (HSM) Îbrahîm El-Qeftan got: “Bêyî em cudakariyê di navbera bawerî û gelan de bikin, em jiyana bi hev re esas digirin. Sûriye ne ya Baasê ye, Sûriye ya gelan e.”

Reqa di 17’ê Cotmeha 2017’an de ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî azadkirina bajêr gelan bi hevre  “jiyan û rêveberiyeke hevpar”  ava kirin. Partiya Pêşerojê ya Sûriyê jî navenda xwe ya giştî li bajêr vekir.

Serokê Giştî yê HSM’ê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku wan navenda xwe giştî kiriye Reqa û got, “bi rêxistinkirinê Reqa hê zêdetir rengîn bûye. “

Qeftan anî ziman ku nûnertiya hemû gelan li bajêr heye û got: “Bajarek mozaîk e. Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî û Tirkmen li vir dijîn. DAIŞ’ê bajêr wek cihê tarîtiyê dida nasîn. Lê îro berevajî vê yekê jiyanek hevpar lê tê ava kirin.”

Qeftan da zanîn ku li Sûriyê çareseriya rasteqîn bi hebûna hemû rengan  pêkan e û got: “Divê ji bo vê yekê pergalek bê avakirin. Şêniyên reqayê tu demê dev ji axa xwe bernedan. Gel deriyê dilê xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku bajêr azad kirin re vekir. Ji ber wê me navenda xwe di salvegera rizgarkirina bajêr de vekir. Bingehek xûrt a partiya me heye. Ev jî ji bo ku gelê Reqayê ji partiya me bi bawer e û di avakirina wê de cih digire.”

SÛRIYE YA GELÊN SÛRIYÊ YE

Serokê Partiya Pêşerojê ya  Sûriyê Îbrahîm Qeftan destnîşan kir ku paytexta Sûriyê Şam e lê bes ew ne her tiştê Sûriyê û wiha got: “Ya esas ew e ku li tevahiya welat hemû alî xwe di nav rêxistinekê de bibînin. Daxwaza me ya sereke ew e gelê ku ji Sûriyê koçber bûne vegerin welatê xwe. Li ser vê axê cihê jiyana hevpar ji bo her kesî heye. Bêyî em di navbera bawerî û gelan de cudakariyekê bikin, em li vir ferasetek jiyana bi hev re li pêş dixin. Sûriye ne ya Baasê ye. Em nabêjin Sûriye wê bibe ya partiya me jî. Welat ya gelên Sûriyê ye.”…Nazim Daştan/MA