Rojnameya Ronahî

Divê hemû jin xwe perwerde bikin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehbayê ji bo 25 jinan perwerde dest pê kir. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn gotin: “Jina ku xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike. Ji bo naskirina dîrokê û parastina nirxên civakî divê em girîngiyê bidin perwerdeyê.”
Yekîtiya Jinên Ciwan li Akademiya Şehîd Perwer a li Şehbayê tevî hemû zehmetiyan û derfetên kêm ji bo 25 jinan perwerdeya xweser da destpêkir. Têkildarî mijarê Endamên Jinên Ciwan gotin: “Jinên ku bi salan e ji perwerdeyê tên dûrxistin, tên çewisandin û wekî kole tên dîtin divê bi perwerdeyê xwe pêş bixin.”
Endama Jinên Ciwan Zêneb Hemo kêfxweşiya xwe ya tevlîbûna perwerdeyê anî ziman û wiha got:” Ji bo ku jin dîroka xwe nas bike, di nav civakê de rolekî girîng bileyize, xwe ji zihniyeta baviksalerî rizgar bike, em li ser esasên fikrên Rêber Apo û jinolojî xwe perwerde dikin. Em wek Jinên Ciwan ji bo ku civakek azad ava bikin emê her tim xwe perwerde bikin, perwerde wê wek nan û av di jiyana me de be. “
Di dawiyê de Zêneb wiha got: “em ê wek jinên ciwan heta dawiyê li ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo xwe perwerde û rêxistin bikin. Civaka xwe azad bikin û her jinek ku bi koletiyê re rû bi rû dimîne rizgar bikin.”
Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Navçeya Ehrezê Emîne Ramadan Xelîl jî da xuyakirin ku ji ber jin ji mafê xwe yê perwerdeyê tên qutkirin civak azad nabe û got: “Ji bo em jiyana xwe bi rêxistin bikin û ji bo jiyanek azad û aram perwerde şert e. Tevî rewşa koçberiyê jî em ê xwe perwerde bikin.”
Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Ferîde Nasen jî anî ziman ku perwerde wek nan û avê girînge, dema jin xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike û wiha got: “ Di nav plansaziya Yekîtiya Jinên Ciwan de tiştê sereke perwerde bû. Hatibû diyarkirin ku divê mehê carekê endamên Jinên Ciwan bên perwerdekirin. Bi perwerdeyê nirxên civaka xwezayî bêtir tê parastin û jina ku xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike. Ji bo naskirina dîrokê û parastina nirxên civakî divê em girîngiyê bidin perwerdeyê. Jinên ku bi salan e ji perwerdeyê tên dûrxistin, tên çewisandin û wekî kole tên dîtin divê bi perwerdeyê xwe pêş bixin. Li Şehbayê li ser esasên fikrên Rêber Apo em perwerde dibin û em gelek kêfxweş in. Bi saya perwerdeyê jin xwe ji zihniyeta baviksalarî jî rizgar dikin. Divê hemû jin ji bo perwerdeyê bibin seferber.”…JINNEWS