Rojnameya Ronahî

Tevî zehmetiyan jî em ê li berxwe bidin

Mejdulîn Zeno diyar kir ku li Kantona Şehbayê ji ber derfetên kêm û kêmasiya dermanan di hundirê mehekê de li kampê gelek nexweşî belav bûne û nêzî 44 zarokî bi nexweşiya zerikê ketine.
Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd ya beşa jin Mejdulîn Zeno derbarê rewşa tenduristiya gelê li Kantona Şehbayê got: “Ji ber derfetên kêm û hatina zivistanê rewşa tenduristiyê ya gelê Şehbayê dijwartir dibe. Divê Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî di vî warî de hestiyar tev bigerin û alîkariyê bikin.”Medulîn wiha dewam kir: “Şer heye, rewşa hewayê jî ne baş e û av ne paqij e û kêm e. Ev tişt dibin sedema nexweşiyên cuda. Em li gor derfetên xwe hewl didin ku nexweşiyên di nava zarokan de yên wekî zerik, iltîhaba kezebê, heba salê, pençeşêrê tedawî bikin. Her wiha nexweşiyên di nav jinan de jî belav bûne yên wekî enfeksiyona rehîmê, nexweşiya şekir, nexweşiya dil, iltihaba kezebê û nexweşiya derûnî ne. Ji ber ev nexweşî girîng in divê tedawiyek bi rêk û pêk bê kirin. Lê ji ber ku derfet kêm in û derman jî kêm in loma em di vî warî de zehmetiyê dikişînin. Ji bo gelek nexweşiyan divê nexweş biçin Nexweşxaneya Helebê lê ji bo vê yekê jî derfet kêm in.”
Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd ya beşa jin Mejdulîn Zeno wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber derfetên kêm û hatina zivistanê rewşa tenduristiyê ya gelê Şehbayê dijwartir dibe. Divê Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî di vî warî de hestiyar tev bigerin û alîkariyê bikin. Tevî hemû zor û zehmetiyan ji bo tenduristiya gel em dixebitin. Em ê li dijî dagirkeran berxwedana xwe bidomînin. Serkeftin dê ya me be.”