Rojnameya Ronahî

Komîteya Perwerdeyê bi malbatên xwendekaran re civiya

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li bajarê Dêrikê bi malbatên xwendekarên dibistanan re civiya û sala nû ya xwendinê û biryarên desteya perwerdeyê nîqaş kirin.
Bi armanca agahdarkirina mekanîzmaya perwerdeya li herêma Dêrikê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk

bi hevkariya Meclisa Navçeya Dêrikê civînek ji malbatên xwendekarên dibistanan re li dar xist.
Civîn li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan hate lidarxistin. Di civînê de endama rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrikê Viyan Cûdî li ser biryarên ku Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê derxistine, axivî. Viyan anî ziman ku komîteyên berpirs roleke mezin di perwerdeyê de lîstin û zehmetî derbas kirin.
Viyan Cûdî derbarê şaşiyên ku di materyalan de derketin, destnîşan kir ku şaşiyên rêziman di materyalan de hatin gotûbêjkirin û ji aliyê komîteyeke pispor ve ji nû ve tên hûnandin û sererastkirin. Her wiha biryarên ku Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê li ser girtina dibistanan ku materyalên Rêveberiya Xweser nadin.
Di dawiya civînê de li ser mekanîzmaya xwendinê nîqaş hat kirin…ANHA