Rojnameya Ronahî

Dagirker li Efrînê dîrokê tune dikin

Artêşa Tirk a dagirker şûnwarên Efrînê didize û dîroka şaristaniyan û neteweyan li herêmê tune dike. Çeteyên dewleta Tirk herî dawî li herêm û girên şûnwarî dest bi kolandinê kirin û şûnwarên li wê derê didizin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dîrok û şaristaniya Efrînê tune bikin. Çeteyan piştî ku Keleha Nebî Hûrî rûxand, niha jî li hinek deverên şûnwarî dest bi kolandinê kiriye û şûnwaran didizin. Ji wan deveran Girê Endare yê ku bi temamî hatiye rûxandin, Girê Cendirêsê û hindek deverên din ji gundê Meydan Ekbes û Elbîske yên navçeya Raco ne.
Pirraniya wan deveran di lîsteya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî a Perwerde û Fêrkirina Zanist û Çandê (UNESCO) de qeydkirî ne.
Hat ragihandin, çeteyên dagirker li Girê Holbiye yê navçeya Şera bi rêya trêksan dest bi kolandinê kiriye û ji ber wê gir tê rûxandin. Her wiha çeteyan berê xwe da girê bajarokê Meydankê yê rojavayê navçeya Şera û li wê derê dest bi kolandinê kirine û gir hatiye rûxandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Keleha Nebî Hûrî kolan û dizîna şûnwaran didomînin.
Hat ragihandin ku çeteyan xwe di mala welatiyê bi navê Ridwan Reşîd Mistefa Koşan de ya li gundê Şêx Kîlo yê navçeya Mabata bi cih kiriye û her sibe ji wê derê berê xwe didin cihên şûnwarî li navçeya Mabata da ku dest bi lêkolîna li ser şûnwar û zêran bikin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku di girê di navbera gundê Marat û Bablît ên girêdayî bajarê Efrînê de lêkolîn li ser şûnwaran kirin û dizîn, gir bi temamî rûxandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li kantona Efrînê operasyona dizîna şûnwaran destpêkirine û çadn û dîroka herêmê tune dikin. Lê li beramberî vê sûcê mirovahiyê hemû hêzên navneteweyî bê deng in…ANHA