Rojnameya Ronahî

Li avahiya Lepzêrîn çanda Kurd tê parastin

Li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê Xaneya bi navê Lepzêrîn ji bo çanda Kurdî bûye navendek. Ji sedê 60’ê avahiyê bi berhemên keda jinan hatiye xemilandin.
Di avahiya çandê ya Lepzêrîn a li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê, bi qasî 1500 berhemê kevin ên çandî hatine bi cih kirin. Ev avahî di 2014’an de hatiye çêkirin. Kesên dilsozên çanda xwe ne, ji bo vê navendê berhemên kevin ên çanda Kurdî kom dikin.
Çanda giştî nasnameya neteweyekê dide nîşan dan. Dijminên gelê Kurd di dîrokê dê heta niha her dem hedefa wan çanda gelê Kurd e û xwestine çand û cîhên dîrokî ji holê rabikin. Dixwazin bi vê rê dawî li nasnameya Kurdan bînin.
Di Xaneya Lepzêrîn de ji hezar û 500 berheman zêdetir hene. Berhemên di xaneyê de hene, dewlemendbûna çanda gelê Kurd û herêma Koyeyê dide nîşandan. Herwiha nîşan dide ku ka çiqas Kurd bi çanda xwe ve girêdane. Herwiha hemû tiştên li xaneya Lepzêrîn bi dest hatine çêkirin.
Ji sedê 60’ê berhemê di nava xaneyê de bi destê jinê hatiye çêkirin û nexşandin. Herî zêde xwendekarên beşên ziman û dîrokê yên zanîngehan serdana avahiya Lepzêrîn dikin. Herwiha geştyarên biyanî ji serdana avahiyê dikin…ROJNEWS