Rojnameya Ronahî

Hesen: Divê welatiyên Efrînê bi lîstikên dagirkeran nexapin

Mistefa Hesen hişyarî da welatiyên Efrînê ku bi lîstokên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê neyên xapandin.
Qaşo Meclisa Hundirîn a Efrînê ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve li Efrînê hatiye damezirandin, di daxuyaniyeke xwe de bang li şêniyên Efrînê dike ku serdana buroya belgekirina milkan a girêdayî wan bikin û belgeyên xwe yên milkên wan li ba buroya wan qeydbikin.
Komên çete bi rêya van daxuyanî û agahdariyên xwe hewl didin zevî û milkên welatiyên Efrînê yên hatine koçberkirin desteser bikin. Komên çete ji welatiyan dixwazin ku xizmên wan ên hatine koçberkirin tomareke deng ji wan re bişînin da ku radestî meclisê bikin û ew jî ji aliyê xwe ve van zeviyan desteser bike û nehêlin xizmên Efrîniyên koçber hilberîna wan wergirin.
Girêdayî mijarê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mistefa Hesen diyar kir ku ev tedbîrên dagirkeran desteserkirina hilberîna zeytûnan û zeviyên welatiyên hatine koçberkirin, armanc dikin.
Hesen di axaftina xwe de bang li welatiyên Efrînê kir ku bi van lîstokên qaşo “Meclisa Hundirîn” a girêdayî komên çete neyên xapandin û tu carî ji îdiayên wan bawer nekin û wiha dewam kir: “Eger welatî belgeyên xwe radestî wan bikin ew jî dikarin serbest destdirêjiyên li zevî û milkên welatiyan bikin û komên çete wê van zevî û milkan bikirrin û welatiyan neçar bikin ku dest ji van zeviyên xwe berdin û wê radestî malbatên çeteyan bikin.”
Hevserokê Kantona Efrînê Mistefa Hesen da dawiya axaftina xwe da zanîn ku di Konferansa Rizgarkirina Efrînê de biryar hate dayîn ku hemû xebatên kirrîn û firotina zevî û milkên di dema dagirkeriyê de neyên naskirin û ji welatiyan xwest ku tu belgeyan derbarê zevî û milkên xwe de ji xizmên xwe yên li Efrînê re neşînin û bi van lîstikên dagirkeran neyên xapandin…ANHA