Rojnameya Ronahî

Pêşeroja Sûriyê wê bi çareseriya siyasî diyar bibe

Lewend Mîrko diyar kir ku vebijarka çarseriya leşkerî wê encamên xirab bi xwe re bîne. Mîrko got, “pêşeroja Sûriyê bi çareseriya siyasî wê bê hûnandin.”

Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê Buroya Helebê Lewend Mîrko derbarê rewşa Sûriyê û tîfaqên dewleta Tirk û Rûs yên li ser Idlibê axivî.

Mîrko anî ziman ku aloziya Sûriyê gihaştiye qonaxeke nazik û da zanîn ger bi awayekî siyasî û dîplomasî neyê çareserkirin wê  rewşa ji berê girantir bibe.

Mîrko destnîşan kir ku bicihkirina hêzeke leşkerî a mezin li rojavayê bakurê Sûriyê û komkirina hemû komên çete ji gelek deveran li Idlibê aloziyê kûrtir dike.

Mîrko di berdewamiya axaftina xwe de wiha  got: “Em dibînin ku ev tifaq pêş nakeve, sedama vê yekê nakokiyên di navbera  komên çete yên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk û aliyên ku destekê didin wan ên li Idlibê ye. Ji ber ku koman ev tifaq qebûl nekir.”

Lewend Mîrko îdiayên dewleta Tirk ku dibêje wan li gor peymanê vekişandina çekên giran ji Idlibê pêk aniye, derewand û ev tişt anî ziman: “Agahî hene teqez dikin ku derdora ji sedî 70 komên çeteyên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk tevî çekên xwe yên giran li nuqteyên xwe yên li Idlibê ne.”

Mîrko got: “Destwerdana leşkerî wê encamên xirab, wêrankirin, koçberkirin û kuştina sivîlan bi xwe re bîne.”

Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê Buroya Helebê Lewend Mîrko di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê danûstandinê Sûrî – Sûrî, ku ji destwerdanên derve dûre girîng dibîne  got: “Çareseriya siyasî misogeriya pêşeroja Sûriyê ye, divê destûra Sûriyê ji çareseriyê re bibe misogerî, nabe hêzên derve xwe li ser me ferz bikin.”…ANHA