Rojnameya Ronahî

Çiyarkurd: Çareserî bi dawîkirina dagirkeriyê pêkan e

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û danûstandinên niştimanî pêkan e.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Bedran Çiya Kurd têkildarî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim diyar kir ku daxuyaniya El-Mûellim nîşan dide ku rêjîma Sûriyê û komên çekdar ên li Idlibê û dagirkeriya dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê rewa dikin û wiha got: “Em nabînin ku rêjîm û komên çekdar ên Idlibê banga derketina dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê an jî rizgarkirina Sûriyê ji Tirkiyê dikin.”

Kurd destnîşan kir ku daxuyaniya El-Mûelim ku dibêje piştî Idlibê wê berê xwe bidin Rojhilatê Çemê Firatê, ji gefên Erdogan ên li ser Minbicê û Rojhilatê Çemê Firatê ne cuda ne û got, “dibe ku li ser vê mijarê Şam û Enqerê li hev kiribe.”

Çiya Kurd peymana li ser  Îdlibê  nirxand û wiha got, “Bawer dikim ku planeke koma Astanayê derbarê Idlibê de heye. Ev plan ne li gorî  berjewendiyên gelê Sûriyê,rêjîmê û ne komên çekdar ên bi navê opozîsyonê ye. Nêrînên wan jî li ser vê yekê nayên girtin.

Tevî vê yekê jî, di pêkanîna vê tifaqê de astengiyên bingehîn hene. Dewleta Tirk bi rêya vê tifaqê terorîstên xwe çi li Sûriyê be û çi jî li Tirkiyê be, diparêze da ku wekî hêzeke tehdîdê bi kar bîne. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk ji bo dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê dixebite û terorîstên xwe bi navê cuda li herêmê belav dike.”

Çiya Kurd bal kişand li ser rewşa Îdlibê ya bi nakok û wiha dewam kir, “Rewşa Idlibê bi girêk û tevlihev e, nakokî û berjewendiyên hêzên herêmê û navdewletî sedema tevliheviya heyî ne. Di vê demê de çareseriya li Îdlibê zehmet e.

Ji ber nakokiyên komên li herêmê û nepêkanîna tifaqê zehmet e di vê demê de em qala çareseriyê bikin. Dewleta Tirk destekê dide wan koman an jî wan vediguhêze baregehên veşartî.  Li aliyekî din jî gelek koman ji bo şerê li hemberî rêjîmê û hevalbendên wê xwe amade kirine, ev hemû encamên siyasetên dewleta Tirk in ku gefan li Bakur û Rojhilatê Çemê Firatê dixwe da ku Idlibê ji rojevê derxîne.”

Daxuyaniyên Rûsya, dewleta Tirk û rejîma Sûriyê bê sedem nîne. Nêzîkatiyên dewleta Tirk ên derbarê Idlibê de di çarçoveya projeyeke plankirî, projeyeke entnîkî, sunnî û Îxwanî de tê kirin. Armanc jê têkbirina tecrubeya demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Ji bo rawestandina plana dewleta Tirk a dagirker a têkbirinê, dive têkoşîna li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk were zêdekirin. Bi rizgarkirina Efrînê wê dewleta Tirk û çeteyê wê derbeke giran bixwin.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Bedran Çiya Kurd dawiyê de ev tişt anî ziman, “Ji bo rizgarkirina tevahî Bakurê Sûriyê ji dagirkeriya dewleta Tirk divê gelê Sûriyê  biryareke hevbeş bide. Bi gotineke din çareserkirina aloziya Sûriyê bi tunekirina dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê pêkan e. Nakokiyên navxweyî jî bi gefan nayên çareserkirin, çareserî bi danûstandinan û destûreke nû ku mafê hemû pêkhate, netewe û baweriyan mîsoger bike, pêkan e.”…ANHA