Rojnameya Ronahî

Dewlet çeteyên welatiyên xwe nagirin

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer bal kişand ser çeteyên di destê hêzên YPG/YPJ û QSD’ê de got: “Zêdetirî 800 çeteyên DAÎŞ’î di destê me de ne. Dîsa 584 jin û 1248 zarok jî yên çeteyan in û niha li nava kampan dijîn.
Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer destnîşan kir ku têkilî bi gelek dewletan re kirine ku welatiyên wan di destê wan de ne ku bên bigirin. Heta niha gelek ji wan welatan bersiva peyamên wan nedane û ji ber metirsiyê hinek ji wan welatan gotine: ‘Li gel xwe dadgeh bikin, yan jî bikujin!’.
Heta niha 800 çeteyên biyanî xwe radestî QSD’ê kirine. Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer anî ziman ku ew çeteyên li Rojava şer dikin ji 46 welatan e, ketine navan hewldanan ku ew dewlet bên hemwelatiyên xwe bigirin.
800 ÇETEYÊN BIYANÎN E
Dr. Omer bal kişand ser hêjmara kesên ku xwe radestî hêzên QSD’ê kirî û got: “Di pêvajoya rizgarkirina xaka Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê de zêdetirî 800 çeteyên DAÎŞ’î, dîsa 584 jin û 1248 zarok ku welatiyên 46 dewletên cîran in, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine dîlgirtin û xweradestkirin.”
Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer da xuyakirin ku metirsiya hebûna çeteyên biyanî hê heye. Dr. Omer diyar kir ji ber ku rewşa Sûriye hê ne aram e, metirsî heye ku di pêşerojê de rejîma Sûriye û dewleta Tirk êrîş bike. Dema ku êrîş bikin xeterî heye ku ev çete hemû ji vê sûd bigirin û birevin yan jî ev herêm bikevin destê wan, ev jî dibe metirsiyeke mezin ji bo hemû mirovayetiyê.
Dr. Omer zarokên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine perwerdekirin bibîr xist û wiha pêde çû: “Divê zarokên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine perwerdekirin, ji nû ve dîsa bên perwerdekirin ku bikarin ji wê gemariyê rizgar bibin. Lê derfetekî me yê ku wan perwerde bike nîne. Ji bo wê daxwaz ji peywendiyên dîplomasî, ragihandina demokratîk dikin ku zextê li ser civaka navdewletî bikin ku bi erkê xwe rabin.”
Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê bal kişand ser berxwedana hêzên Kurd û pêkhateyên herêmê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û ev nirxandin kir: “Me bi xwîn û berdêlên herêmên xwe ji destê çeteyan rizgar kir. Ev jî bû derfetekî yekcar mezin ji bo hemû mirovahiyê. Ji bo wê divê her dewleteke ku welatiyên wan di destê me de ye, bi berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî tevbigerin û bên welatiyên xwe bigirin.”
EM ÇETEYAN DADGEH NAKIN
Dr. Omer da xuyakirin ku ew van çeteyan dadgeh nakin û got: “Em van çeteyan dadgeh nakin, em dixwazin her dewletek welatiyên xwe bigirin û dadgeh bike. Yan jî dadgehek ji aliyê neteweyên yekbûyî ve were kirin û her çeteyek li welatê xwe cezayê xwe bikişîne. Eger me dît ku civaka navdewletî bi erka xwe ranabe, wê demê em ê biryarekê bigirin. Em vê carekî din dubare dikin ku em van çeteyan li gel xwe ranagirin. Çawa bi hevkariya koalîsyona navneteweyî me DAÎŞ têk bir, em ê vê metirsiyê jî derbas bikin, ji ber ku ev metirsî ne ji xeteriya DAÎŞ’ê kêmtire.”
Dr. Omer têkildarî peywendiyên li gel welatên ku çeteyên wan di destê wan de ne jî ev tişt got: “ Welatên ku me têkilî pêre danîne, hatine welatiyên xwe birine. Nimûne; Rûsya 50 jinên Çeçen birine, dîsa Endonezya 3 welatî, Siûdî 2 jin û 3 zarok girtine. YPJ’ê 1 jin û 4 zarok radestî sîxûriya Amerîka kiriye. Dîsa têkildarî heman mijarê peywendî me li gel Danîmarka, Belçîka, Hollanda daniye, lê heta niha bersivek nehatiye dayîn.”
Abdulkerîm Omer behsa civînên li gel welatên Kanada jî kir û wiha got: “Me têkilî bi Kanada re danî. Li ser vê bi heyeta Kanada re li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistan em civiyan. Heyeta Kendavê li ser vê mijarê dosyayek şand têkildarî ew kesên di destê me de ne ji bo kar û barên hiqûqî bikin ji bo radestkirinê. Lê ev 3-4 mehin ev mijar rawestiyaye. Em sedemê rawestandina vê mijarê ya ji aliyê Kanada ve jî nizanin û têkildarî vê jî tiştek bi me re nehatiye parvekirin.
DIBÊJIN WELATIYÊN ME BIKUJIN
Dr. Ebdulkerîm Omer li ser hinek welatên ku welatiyên xwe wernagirin jî wiha got: “Di hinek peywendiyên me li gel welatên ku welatiyên wan di destê me de ne diyar dikin ku ew çete gelek xeter in, nagirin. Dibêjin; ‘Hûn li gel xwe dadgeh bikin, beşek ji dibêjin welatiyên me bikujin!’. Em nikarin van kesan bikujin. Ji ber ku di destûrên me de qanûna darvekirinê nîne. Her wiha jin û zarok me ne xistine nava girtîgehan. Ew li 3 kampên bi navê Roj, El Hor û Elîsa hatine bicihkirin. Lê çete li girtîgehê ne.”…ANF