Rojnameya Ronahî

Di her wêneyekî de berxwedan tê dîtin

Li Dirbêsiyê bi duruşmeya “Di her wêneyekî de çîrokeke Berxwedana Serdemê heye” pêşengehek hat vekirin
Li Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ`ê li navçeya Dirbêsiyê pêşengehek hat vekirin. Pêşengeh li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate lidarxistin.
Pêşengeh ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin. Yek ji berpirsên Navenda Şopdarên Rojê Jiyan Xelîl diyar kir ku ew hewl didin di wêneyên xwe de rastiya şervanan di çeperên şer û berxwedanê de nîşan bidin.
Welatiyên ku beşdarî pêşengehê bûbûn, destnîşan kirin ku di wêneyan de rastî û têkoşîna şervanên YPG`ê ya di çeperên şer û berxwedanê de tê dîtin. Şêniyê bi navê Bîlal Hesen diyar kir di her wêneyekê de çîrokeke berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê ya di Berxwedana Serdemê de heye.
Di pêşengehê de pirtûk û romanên li ser berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê hatine nivîsandin hatin pêşandan. Kurtefîlmek bi navê “Fî xeliyet El-Îsar” ji aliyê endamê Navenda Şoparên Rojê Reşo Kasan ve hate pêşkêşkirin.Navenda Şopdarên Rojê ew ê pêşangeha xwe 17`ê Cotmehê li bajarê Serêkaniyê jî li dar bixe…ANHA