Rojnameya Ronahî

Welatî ji ber xirabûna rêyan gazincan dikin

Gelek rêyên bajarê Hesekê xirab bûne û bi hewcedariya sererastkirinê ne. Şaredarî ji ber derfetên kêm wê bi awayekî demkî vê pirsgirêkê çareser bike.
Lê gelek rê û kolanên taxên Hesekê xirabe ne û hewcedarî pê heye ku bên çêkirin.
Welatiyê bi navê Mihemed El-Behlewî yê ji taxa El-Dahiyê derbarê miarê de wiha got: “Ji ber rê û kolanên xerab havînê ji ber tozê nefesa me teng dibû û di zivistanê jî lingên me û yên zarokan di nav heriyê de dimînin û tevgera erebeyan asteng dibe.”
Nicûde Hec Murad ku ji heman taxê ye, destnîşan kir ji ber bi emr e di zivistanê de ji ber nebaşiya rêyan û kombûna heriyê li taxê nikare ji mal derkeve.
Welatiyê bi navê Ehmed Ebû Dilo diyar kir ku zivistanan ji ber neqîrkirina rêyan, erebe nikarin derbasî taxê bibin û ev tişt got: “Di hin rewşên nexweşiyan de erebe gelek dereng dimînin. Ji ber wê em neçar dimînin ku bimeşin da ku em bigihîjin rêya qîrkirî ya herî nêz.”
Welatiyan bang li şaredariyê kir ku pirsgirêkê beriya hatina zivistanê çareser bike.
Hevserokê Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya Kantona Hesekê Ebdulxefûr Oso jî diyar kir ku bi destpêka havînê re wan gelek projeyên qîrkirina rêyan pêşkêşî desteyê kirin. Lê ji ber budçeya wê ya bilind, proje di cih de ma.”
Oso wiha dewam kir, “Hejmara şaredariyên kantonê 34 in. 12 hezar metre qîr ji wan şaredariyan re hate veqetandin. Ji ber wê me ew miqdar li hemû bajaran wekhev belav kir.” Her wiha Oso diyar kir ku wan girîngî daye kolanên qerebelix da ku sererast bikin…ANHA