Rojnameya Ronahî

kamêra û pênûsa rastiyê wê her berdewam bike

Ferîşte NEZÎR

Di yekemîn salvegera şehadeta herdu nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed e. Ku di 12’ê Cotmeha 2017’an de di encama teqîna siwareyeke bombekirî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li gundewarê Hesekê şehîd bûn. Bi vê boneyê rojnamevanên ANHAY’ê diyar kirin ku “Bi xwîna şehîdên rojnamevan, hemû deriyên rastiyê vebûn û dîsa zosa xwe nûkirin ku heye dawiyê şopdarê rastiyê bin.”
ŞOPDARÊN RASTİYÊ BÛN
Endamê Rêvebiriya Ajansa ANHA’yê Hesen Remo: “ Di Çarçoveya şopandina Operasyona Bagirêra Cizîrê ku di 9’ê Gûlana 2017’an de destpêkiri bû, nûçegihanê ANHA’ yê dişopandin. Di dema ku hersê rojnamevan Ş.Dêlîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogor Mihemed bi armanca şopandina rewşa koçberên ku ji hovîtiya DAIŞ’ê direviyan û rastiyê bi raya giştîre parvekin ku li ser riya rastiyê xebatên xwe didan meşandin. Di encama têkçûna van hêzên tarî ku nikaribûn xwe li hemberî serkeftinên şervanan ragirin, bi rêbazên qirêj û siwareyên bombekirî êrîşî koçberan dikirin û welatiyên sivîl kirin hedefa xwe. Her wiha armanca van hêzên tarî ya sereke nûçegihan bûn da ku rastiya hovîtiya wan dernekeve holê.”
HER YEK Bİ
TAYBETMENDİYÊN ROJNAMEVİYÊ DİLNİMZÎ Û FEDKARBÛN
Hesen Remo bal kişand ser taybetmendiniyên wan û wiha got: “Hersê heval jî xwedan teybetmendinyên cûda bûn, ku bi dilnimzî, fedekarî, hêrsa kar û rûkeniya xwe dihatin nasîn. Taybet Ş.Dêlîşan ku di demek dirêje de xebatê ragihandin û taybet hemleyên leşkerî dişopand, Dêlîşan ragihndin parçeyek ji rastiya berwxedna û şoreşê didît ji bo wê jî di demek dirêje de xebatê ragihandinê dikir. Ş.Hogir rastî demek kurdt de tevlî xebatê ragihandinê bû lê bi dilnimzî û fedekariya xwe dihate nasîn, Hesen bi sozdayîn dawî kir: “Em wekî Rojnameva li himberî berxwedan dîsa soza xwe nûdikin ku emê şopdarên Dêlîşan, Rizgar û Hogoir bin.”
DÊLÎŞAN KEÇA KOBANÎ SEMBOLA BERWXEDANİYÊ YE
Nûçegihana ANHAY’ê Şînda Ekerm jî wiha got: “Dêlîşan mîna Kobanê sembola berxwedanê bû, ku di oxira desxistina rastiyê h-gihişte asta şehdaetê, jiber ku armnaca û hmras wê ku hemû hovîtiya çeteyên DAIŞ derxe, her wiha hinberî vê hovitiyê berwxedaniya şervanên azadiyê taybet a jinê YPJ’ê ji raya giştî re raxîne.”
Şînda anî ziman ku Dêlîşan aşiqa azadiyê bû ji bo wê jî her di çeperên şer anjî çi bûyerek awerte hebe bê terdeûd li wir bû. Û Şînda wiha bi dawî kir: “Ş.Dêlîşan di demke dirêj de xebatê ragihandinê kiriye di şerê Kobanê de ji radyo yê de dest pêkir, paşê Ronahî TV û ajansa ANHA’yê de jî xebat kiriye; ji bo wê jî em soza dewam kirina lopa rastiyê û dê kamêra û pênûsa wan her dewam bikin.”