Rojnameya Ronahî

Efrîn ya me ye em ê rizgar bikin

Welatiyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne destnîşan kirin ku heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran ew ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin.
Welatiyên Efrînê ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, tevî hemû şert û mercên jiyanê yên dijwar bexwedana xwe didomînin. Welatiyan destnîşan kirin heta rizgarkirina Efrînê wê têkoşîna xwe bidomînin.
Jina bi navê Semîre Îbrahîm bal kişand li ser bêdengiya cîhanê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û 58 rojan jin, zarok, mêr û kalûpîr ji aliyê dagirkeran ve dihatin qetilkirin, tevahiya cîhanê li hemberî van êrîşan bêdeng ma. Heta niha jî di nav bêdengiya dewletên cîhanê de ev binpêkirin li Efrînê didomin.”
Semîre wiha dewam kir: “Dagirker li Efrînê xelkê ji malên wan derdixînin û li şûnê malbatên çeteyan bicih dikin. Lê cîhan hemû bêdeng in. Ev tê wateya ku di qirkirina nasnameya gelê Kurd de li Efrînê hemûyan li hev kirine.”
Welatiyê Efrînê yê bi navê Mehmûd Îbrahîm jî got: “Çeteyên dagirker bi kiryarên xwe yên li Efrînê, dixwazin welatiyan ji erdên wan derxînin û wan neçarî koçberkiyê bikin. Milkên welatiyan desteser dikin, sivîlan dikujin û direvînin û li bermberî serbest berdana wan fîdyeyan dixwazin. Ev tişt hemû li Efrînê bi armanca guhertina demografiyê çê dibin. Lê bi berxwedan û têkoşîna me heta rizgarkirina Efrînê, em ê van siyasetan vala derxin.”
Mistefa Heyder jî destnîşan kir ku heta rizgarkirina Efrînê ew ê berxwedana xwe li kampên Şehbayê berdewam bikin û wiha dewam kir: “Em Efrînê ji çeteyan re bernadin. Li vir em li berxwe didin, tevî zehmetî, şert û mercên dijwar ên jiyanê, lê vîna me xurt e û em ê vegerin Efrîna azad.”
Di dawiya gotinên xwe de Heyder behsa guhartina demografîk ku li Efrînê çêdibe kir û ev tişt got:” Her çiqas çeteyan hewl didin mal û milkên me desteser bikin, welatiyan ji malên wan derxînin û demografiya Efrînê biguherin, lê ew naghêjin armancên xwe. Ji ber ku em bi erdê xwe ve girêdayî ne û em dest ji rizgarkirina Efrînê bernadin û ta rizgarkirina Efrînê em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.”…ANHA