Rojnameya Ronahî

Dilîşan û Hogir bi merasîman hatin bîr anîn

Malbat û hevalên şehîd Hogir Mihemed di yekemîn salvegera şehadeta wî de ew li ser gora wî bi bîr anîn.

Nûçehîhanên ANHA’yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di 12’ê Cotmeha 2017’an de li gundekî Hesekê di encama teqîna erebeyeke DAIŞ’ê de şehîd bûn. Bi boneya salvegera şehadeta wan li Qamişlo û Kobanê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Malbat û hevrêyên wan di merasîma bîranînê de amade bûn.

Merasîma ku li goristana Şehîd Delîl Sarûxan li ser gora Hogir Mihemed hat lidarxistin de hevrê û malbata wî axivîn. Di axaftinan de qala têkoşîna rojnamevan Hogir hat kirin û soza şopandina rêya wî hat dayîn.

Ji aliyê din ve li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê jî malbat û hevrêyên rojnamevan Dilîşan Îbiş ew li ser gora wê bi merasîmekê  bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de Ajansa ANHA’yê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de qala fedekarî û keda şehîdên çapemeniya azad ya di şoreşa Rojava de hat kirin û soza şopandina rêya şehîdan û li mîrateya wan xwedî derketinê hat dayîn.