Rojnameya Ronahî

Dixwazin bi êrîş û gefan vîna Kurdan bişkînin

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç bal kişande ser destgîrkirin û girtinanên li bakur û Tirkiyê û diyar kir ku dixwazin bi zext û gefan di hilbijartinan de bi ser bikevin û got: ‘’Gel teqez li bajarên Kurdan wê vîna xwe nîşan bide’’.
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç li meclîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê têkilî rojevê axivî.
QIRKIRINA SIYASÎ
Olûç bal kişande ser operasyonên qirkirina siyasî û rehînkirina Wekîl Leyla Guven û wiha got: ‘’Dema operasyonê bi ser mala Wekîla me Leyla Guven de girtin û hat girtin ji dema ku girtî ye kes li wir namîne. Ji rêveberiya avahiyê mifteyê naxwazin ,derî dişkînin, malê li bin guhê hev dixin. Ew li girtîgehê ye, li gel vê yekê jî Tîmên Taybet vê dikin.’’
Olûç di zanîn ku bi operasyonên qirkirina siyasî dixwazin xebatên hilbijartinên herêmî yên HDP’ê asteng bikin.
Olûç bal kişande ser operasyona qirkirina siyasî û wiha dewam kir: ‘’Bi destgîrkirin û girtinê rasterast bi dixwazin xebatên hilbijartinê yên HDP’ê asteng bikin.’’
Olûç bal kişande ser encamên hilbijartinê yên 24’ê Heziranê û got, koalîsyona AKP-MHP’ê dîtiye ku qeyûmên wan bikêrî tiştekî nehatine. Olûç gefa Erdogan a li ser şaredariyên Kurd jî ku gotibû; ‘em ê dîsa qeyûman bînin’ bibîr xist û got: ‘’Lê hatiye dîtin ku li navçe û taxan gel guh nade van gefan. Gotine, ‘naxwe em çi bikin, heta hilbijartinê em êrîşê bibin ser wan’’. Ango dibêjin; ‘Bila Kurd vîna xwe hilnebijêre, dengê xwe bi kar neyîne’.”
Olûç wiha dewam kir: ‘’Gel teqez li bajarên Kurd wê vîna xwe nîşan bidin. Bixwazin kî wan rê ve bibin wê dengê xwe bidin wan. Ên ku duh bi cemeatê re ev operasyon kirin niha bi MHP’ê re hevkariyê dikin. Ên ku duh digotin;’me ji cemeatê bawer kir, em xapandin’ sibe wê bibêjin, ‘me ji MHP’ê bawer kir, em xapandin’. Ne pêkan e ku bikaribin HDP’ê rawestînin û asteng bikin, ev ne meşrû ye. Heke wê meşrûiyeta tiştekî were nîqaşkirin ev jî ew e ku helwesta desthilatê ne meşrû ye. ‘’