Rojnameya Ronahî

Dayîka 5 zarokan li balê cilan difiroşe

Xedîce El-Umer ji bo peydakirina debara malbata xwe di firotina cilên Balê de dixebite.
Welatiya bi navê Xedîce El-Umer 50 salî ye û di firotina cilên Balê de yên ku ji dewletên derve tên dixebite.
Xedîce dayîka 2 kur û 3 keçan e. Xedîce di beşa xwe ya taybet li kolana balê de hemû cureyên cilên balê difroşe.
Xedîce destnîşan kir ku di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de li herêmê, bi hinceta rêxistinkirina sûkan nehiştin ku ew cilan li mal an jî li sûkên herêmî bifroşe û ew neçar kirin ku li sûka balê ku niha lê kar dike bixebite. Lê ji ber destdirêjiya çeteyan gelek jinan karê xwe berdan.
Xedîce diyar kir ku bi kar mirov dikare jiyana xwe berdewam bike û xwe isbat bike û got, “Xebitîna jinê derveyî malê hêza wê zêde dike û ji bin desthilatiya mêr derdikeve.”…ANHA