Rojnameya Ronahî

Mîhrîcana Osman Sebrî dê ji bo wêjevana bibe hêz

Melek DEMÎRTAŞ

Bi boneya bîranîna slavegera nivîskar û wêjevanê kurd Osman sebrî Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huenr a bajarê Qamişlo 2.Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî di bin durûşmeya “Her bêjeyek kevirekî avahiya ziman e” li ser sê rojan li darxist. Ev mihrîcan diyarî berxwedna Serdemê ya Efrînê hate kirin, her wiha hejmareke rewşenbîr, helbestvan û torevanên ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
MİHRÎCAN DİYARÎ BERXWEDNA SERDEMÊ KİRİN
Têkîldarê mijarê Helbestvan û Endma Komîta Amedekar Meryem Temîr ser amedekarî û armanca mihrîcanî ev tişt anî ziman: “Destpêkê em vê mihrîcanê diyarî berxwedna serdemê ya Efrînê dikin, ev du mehin ku hazirtiyên mihrîcanê dikin ku Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û kurdên Sûriyê û Rojava cihê di komîtê de girtin. Her wiha komîteyk taybet ji bo hilbijartina berheman hate avkirin dê mihrîcan ser sê rojan li dare.”
ARMANC PÊŞXİSTİNA QADA WÊJEYÊ YE
Meryem axaftina xwe ser armanca mihrîcanê dom kir: “Armanca me ji vê mîhrîcanê ew e ku çanda toreya resen were belav kirin, çanda biratiya gelan û hezkirina di navbera pêkhateyan de. Her wiha da ku cewhera jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were diyarkirin û bi vê mebestê hêzdayîn û pêşveçûna pênûsa ciwnan ne. Meryem destnîşan kir ku di Mîhrîcanê de gelek helbestvan û torevanên ji hemû pêkhateyên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûne û berhemên xwe bi zimanên kurdî, erebî pêşkêş kirin, lê mixabin bi zimanê Suryanî nebû nivîskarên suryanî beşdar bûn lê bio zimanê erebî nivîsnadin.”
94 BERHEM HATİN PÊŞKÊŞ KİRİN
Meryem Temir diyar kir ku Komîteya Amadekar 19 helbest bi zimanê kurdî, 25 helbest bi zimanê erebî û 16 çîrok bi zimanê kurdî û 22 çîrokên bi zimanê erebî û 3 gotarên toreyî bi zimanê kurdî û 9 jî bi zimanê erebî pêşkêş kirine. Her wiha 2.Mîhrîcana Osman Sebrî ya ser sê rojan e û di rojên yekemîn û duyemîn de berhemên beşdaran ku radestî Komîteya Amadekar kirine hatin xwendin û di roja sêyemîn de jî dê navê kesên serkeftî bêne eşkere kirin û ser sê astan dê bêne xelatkirin. Cûdahiya 2.Mihrîcana ji ya 1.Mihîcanê ku ya yekemîne de tenê ser rojek hatibû li darxistin lê, ya duyemîn ser sê rojan û berhem bêne xwendin her wiha tevlî bûna baş ji herêmn rizgarkirî û taybet jin jî zêdye ev diyar dike ku pêşketin di qada wêjeyî de çêdibe.”
PÊNÛSA JİNÊ RENG DA
Endma Komîta Amedekar Meryem Temîr bal kişand ser beşdarbû û rola jinê di mihrîcanê de û wiha bi dawî kir: “Jin di komîte, helbest, gotar û kurteçîrok jî beşdar bûn, taybet jinên ji herêmên wekî Tebqa, Reqa û Minbic tevlî bûn. Hêviya me heye ku em di riya van miherîcana de asta û qada wêjeyî xurt bikin û ji bo hemû nivîskar û wêjevan re bibin sîwanek.”